Şehîdên Pirsûsê û gerîlayên HPG'ê li Parîsê hatin bîranîn
Şehîdên Pirsûsê û welatiyên di êrîşên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, li Parîsê hatin bîranîn.
Şehîdên Pirsûsê û welatiyên di êrîşên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, li Parîsê hatin bîranîn.
Li paytexta Fransa Parîsê, ciwan û gerîlayên di komkujiya li Parîsê û bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê li herêma Sarcelles a Parîsê bi pêşengiya ACTÎT û CDK-F pêk hat û gelek sazî beşdar bûn. Di şexsê Şehîdên Pirsûsê, endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Onder Aslan (Şervan Varto) Ekîn Wan (Kevser Erturk) Erdal Nûda (Erdal Yildiz), Harûn Raman (Bûrak Bogakan), Botan Canfeda (Denîz Ûçkûn), Yakûp Nas (Şiyar Rênas) û Alî Baybarîz (Welat Riha) yên li hemberî midûriyetên emniyetê yên Sûltanbeylî û Pozantiyê çalakiya fedaî pêk anîn, ji bo bîranîna hemû cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê, deqeyek rêz hat girtin.
Di merasîmê de nûnerên saziyan û xizmên cangoriyan, axivîn.
'EM Ê BIBIN KABÛSA WAN!'
Endam Desteya Rêveber a SGDF Îlke Başak Baydar a bi birîndarî ji komkujiya li Pirsûsê rizgar bû got, "Di vê rêya me ya ji bo ji nû ve avakirina Kobanê de, me 33 hevrêyên xwe ji ber komkujiya dewleta AKP'ê ya faşîst tevlî karwanê nemiran kirin. AKP'ê şerê ku niha li Kurdistanê dimeşîne, bi komkujiya li Pirsûsê re da destpêkirin. Yên li Pirsûsê komkujî kirin bila vê baş bizanibin; Yên ji wir bi saxî rizgar bûn, wê bibin kabûsên we. Heta bidestxistina jiyaneke azad û bi rûmet, em ê têkoşîna xwe bidomînin."
BANGA HILBIJARTINÊ HAT KIRIN, CIZÎR HAT SILAVKIRIN
Nûnerên MLKP, PKK, TKP/ML û Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Fransayê li merasîmê axivîn û gotin, "Li dijî şerê qesrê divê hemû gel li dora aştiyê bicivin. Yekane hêza dikare polîtîkayên şer ên dewleta AKP'ê ya faşîst pûç bike, yekîtiya gelan e." Di axaftinan de berxwedana Cizîrê hat silavkirin û hat gotin, "Li Fransayê ku wê di 8-25'ê Cotmehê de dengdayîn destpê bike, divê sekneke xurt were nîşandan, her kes biçe ser sindoqan, HDP'ê di 1'ê Mijdarê de xurttir bikin û polîtîkayên şer ên AKP'ê pûç bikin."
Di merasîma bîranînê de nûnerên NPA (Nouveau Parti Anticapitaliste) û Bloc Rouge jî axivîn û polîtîkayên şer ên AKP'ê şermezar kirin.
Merasîma bîranînê piştî sê saetan, bi nîşandana sînevîzyonê û qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Biratiya Gelan" bi dawî bû.