Di encama şer û pevçûnên di navbera çeteyên El-Nusra û şervanên YPG’ê de li Taxa Şêxmeqsûd ya Helebê didome. Di encamê de çeteyek hate kuştin, doçkayek û benzînxaneyek çeteyan hatin rûxandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê encama şer û pevçûnên di navbera çeteyên El-Nusra û şervanên YPG’ê de li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê didome, bi daxuyaniyekê da. Hat diyarkirin ku çeteyek hate kuştin, doçkayek û benzînxaneyek çeteyan hatine rûxandin.
Daxuyaniya fermî ya YPG’ê wiha ye:
“Êrîşên di pêşengtiya çeteyên El Nusra de li hember taxa Şêxmeqsûd a Halebê tên lidarxistin berdewam dikin.
Komên çeteyan duh di saetên sibehê bi 3 baskan ve êrîş birin li ser Taxa Şêxmeqsûd. Piştî bersivê hêzên me êrîşê çeteyan sekiniye. Di vê êrîşê de 2 welatiyên medenî sivik birîndar bûne.
Hêzên me jî li hember komên çeteyan êrîş lidar xistin. Di êrîşê gundê Pîno ya bakurê Taxa Şêxmeqsûd de bi qasî hatiye zelalkirin çeteyek hatiye kuştin.
Hêzên me, duh li hember komên çeteyên di navbera taxên Şêxmeqsûd û Bostan Paşa de xwe bi cih kiribûn operasyonek lidar xistin. Di encama vê operasyonê de 2 çete hatin kuştin. Dîsa li heman herême treksekî çeteyan a dixwestin xendek bikole û doçkakî ewlekariya vî digirt ji aliyê hêzên me ve hatiye ruxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van êrîşan de nehatiye zelalkirin.
Hêzên me li heman herême li hember benzînxaneya çeteyan jî operasyonek lidar xistin. Di encama vê operasyonê de benzînxaneya çeteyan hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê benzînxaneyê de nehatiye zelalkirin.”