YSK'ê serlêdana 'veguhestina sindoqan' red kir - HAT NÛKIRIN
Destûra Hilbijartinê ya Bilind (YSK) serlêdana "veguhastina sindoqan" ên li fermana Erdogan li bajar û navçeyên Kurdistanê pêk bihata bi dengên zêde red kir.
Destûra Hilbijartinê ya Bilind (YSK) serlêdana "veguhastina sindoqan" ên li fermana Erdogan li bajar û navçeyên Kurdistanê pêk bihata bi dengên zêde red kir.
Destûra Hilbijartinê ya Bilind (YSK) serlêdana "veguhastina sindoqan" ên li fermana Erdogan li bajar û navçeyên Kurdistanê pêk bihata bi dengên zêde red kir. Berdevkê Partiya HDP'ê Ayhan Bîlgen got ku ew biryarê erênî dinirxînin û bal kişand ser qedexeyên derketina derve û êrîşên li ser gel tên meşandin.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji bo nirxandina "veguhastina sindoqan" di seatên serê sibê de li hev kom bû. Desteya piştî nîqaşan serlêdana "veguhastina sindoqan" li beramberî 4 dengan bi 6 dengan red kir.
Berdevkê Partiya HDP'ê Ayhan Bîlgen biryara YSK'ê ji DÎHA'yê re nirxand. Bîlgen diyar kir ku hê li gelek bajaran biryarên qedexekirina derketina derve heye û ev tişt anî ziman: "Ev biryara YSK'ê pêşiya şaştiyekê girt û ev avantajek e. Lê belê ewlehiya hilbijartinê ji ewlehiya sindoqan tenê pêk nayê. Hê li gelek bajaran qedexeya derketina derve heye. Pejirandina strana hilbijartinê 'Olurum Turkiyem/Ez bimirim Tirkiyeya min' rastiya wan nîşan dide. Divê ev biryar ji bo vê rewşê veguherînin aştî û demokrasiyê wekî derfetekê were dîtin."
Desteya navçeyan biryara "veguhastian sindoqan wergirtibû'
Desteya Hilbijartinê yê Sûra Amedê lis er serlêdana qeymeqamtiyê biryara dabû ku sindoqên 6 dibistanên 9 taxan bibin cihekî din. Li Serêknaiy Rihayê jî biryara veguhestina 8 sindoqan wergirtibû. Li Gevera Colemêrgê jî heman biryar hatibû wergirtin.
Roja 18'ê îlonê jî Desteya Hilbijartinê ya Cizîra Şirnexê jî biryar wergirtibû ku li taxên Cûdî, Nûr û Sûrê sindoq neyên danîn û hewl dabûn 48 hezar û 687 dengan bibin cihekî din.
Li Êlihê sindoqên 26 dibistanên 15 taxan biribûn cihekî din. Herî dawî li Gimgimê sindoqên 91 gundan biribana cihekî din.