Leyla Zana: Erdogan li dijî Kurdan şer îlan kir
Parlamenter Leyla Zana ya ji bo hin rêze çalakiyan li Fransayê ye, bi rêxistinên civakî yên sivîl ên Fransa û Kurdan re, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Parlamenter Leyla Zana ya ji bo hin rêze çalakiyan li Fransayê ye, bi rêxistinên civakî yên sivîl ên Fransa û Kurdan re, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Parlamentera HDP'ê a Agirî Leyla Zana, li bajarê Fransa Marsîlyayê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û endamên çapemeniyê re rûnişt.
Di civînê de ji Sendîkay Parêzerên Fransayê Dany Cohen, Sekreterê herêmê yê Sendîkaya CGT Olîvîer Rageûg, ji Partiya Komunîst a Fransayê Josîanne Dûrîeûx, gelek rojnamevan û nûnerên saziyan amade bûn.
Zana di axaftina xwe ya li vir de bibîr xist ku dewleta Tirk bi bikaranîna DAIŞ'ê re li Rojava êrîşî Kurdan dike û got, "Kurdên li Tirkiyeyê jî dibêjin, 'em ê xwe bi rêve bibin'. Lê belê bi êrîşê bersivê didin vê daxwaza azadiyê ya gel. Ev polîtîkaya dewletên serdest bi salane dewam dike û ti çareseriyê bi xwe re nîne."
Zana bal kişand ser encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê û da zanîn ku li hemberî serketina Kurdan a di hilbijartinê de, dewletê şer li dijî Kurdan daye destpêkirin. Zana got, "Kesê ku biryara şer li dijî Kurdan daye, serkêşê dewletê Serokkomar Erdogan e."