Navendên Civaka Demokratîk ên li bajarên Fransa Evry û Melûn, Meclîsa Jinê ya Şehîd Çîçek Botan û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo piştgirîdayîna HDP'ê şahiyek lidar xistin.
ANF
EVRY
yekşem, 4 kewçêrê 2015, 07:16
Navendên Civaka Demokratîk ên li bajarên Fransa Evry û Melûn, Meclîsa Jinê ya Şehîd Çîçek Botan û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo piştgirîdayîna HDP'ê şahiyek lidar xistin. Di şahiyê de Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî amade bû.
Parlamenter Kaya, Hevseroka Meclîsa Evry Lamîa Seven, endamê Koordînasyona HDP'ê ya Fransayê Yûsûf Şahîn, endamê Komîsyona HDP'ê ya Evry Xudada Sari axivîn. Her wiha Hozan Sara, Hozan Siddik û grûp RaPars jî derketin ser dike.
Li dû stranên Hozan Siddik û Hozan Sara, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya ji beşdaran re axivî û got, "Bi ezmûna 7'ê Hezîranê re asteke girîng hat derbaskirin. Gel wê ji nava her du eniyan, ya eniya faşîst yan jî eniya aştî û biratiyê hilbijarta. Di wê hilbijartinê de serketineke girîng hat bidestxistin. Desthilatdariya ku ev hezm nekir, her tişt da pêş çavên xwe û şerekî dînîtî da destpêkirin. Pitikê 35 rojî û kalê Mûstafa Erdogan ê 70 salî yê çû kirîna nan qetil kir û ew weke terorîst îlan kir. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de pêwîste jin, extiyar, zarok hemû beşên civakê bi xurtî tevlî bibin û bi vî rengî divê em bêjin; em ê nehêlin tu şer bimeşîne û em ê aştî û aramiyê bidin gelên xwe."
Şahî piştî axaftinan, bi stranên grûp RaPars bi dawî bû.