Li Edeneyê rêveberên HDP'ê û rojnamevan hatin binçavkirin
Li Edeneyê di operasyonên bi desteka helîkopterê hat kirin de, tevî rêveberên HDP'ê û belavkara rojnameyên Azadiya Welat û Gundemê Hediye Ozbay, gelek kes hatin binçavkirin.
Li Edeneyê di operasyonên bi desteka helîkopterê hat kirin de, tevî rêveberên HDP'ê û belavkara rojnameyên Azadiya Welat û Gundemê Hediye Ozbay, gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsên tevgera taybet ên taxên Ova, Ûçak û Şakîrpaşa yên navçeya Edene Seyhanê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin, avêtin ser gelek malan. Helîkopteran polîsan jî ji nizm ve li ser taxê geriya. Polîsan deriyên malan bi zorê şikandin. Li malên ku lêgerîn hatin kirin, polîsan welatî bi dev li erdê dirêj kirin û çek li wan kişandin. Tevî rêveberên HDP'ê û belavkara rojnameyên Azadiya Welat û Gundemê Hediye Ozbay, gelek kes hatin binçavkirin û ew birin şaxe TEM a Edeneyê.
Navê çend kesên hatine binçavkirin bi vî rengî ye: "Hediye Ozbay, rêvebera HDP'ê ya Edeenyê Sûphiye Bayav, Temer Bagdû û zarokê bi navê M.J.O. yê 17 salî.