Li Stockholmê buroya hilbijartinê ya HDP'ê hat vekirin

Li semta Sollentûna ya paytexta Swêd Stockholmê, buroya hilbijartinê ya HDP'ê hat vekirin. Buro bi merasîmek bi beşdariya Kurd, Tirkiyeyî û Elewiyan hat vekirin.

Li semta Sollentûna ya paytexta Swêd Stockholmê, buroya hilbijartinê ya HDP'ê hat vekirin. Buro bi merasîmek bi beşdariya Kurd, Tirkiyeyî û Elewiyan hat vekirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li ber buroyê civiyan, li ber stranên HDP'ê yên hilbijartinê govend gerandin.

Piştî merasîma vekirinê ku Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî lê amade bû, civînek hat lidarxistin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd û şoreşê, destpê kir.

Nûnerê HDP'ê yê Swêdê Hasan Bozlak di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku Erdogan û hikûmeta AKP, piştî têkoşîna xwe ya li hemberî HDP'ê, berê xwe dan polîtîkaya şer û biryar dan ku hilbijartineke din bê kirin.

Bozlak, Tirkiyeyeke bêyî pêkhateyên HDP'ê şiband keştiyeke di nava pêlên dijwar ên deryayê de û got, "Eger di vê keştiyê de Kurd, Tirk, Asûrî, Suryanî, Êzidî, Azerî, çerkez, sosyalîst, şoreşger cih negirin, ev keştî wê binav bibe. Em ê xwedî li vê keştiyê derkevin û desthilatdariyê biguherînin."

Parlamenterê berê yê HDP'ê Ozdal Uçer jî bal kişand ser rewşa jeopolîtîk a Tirkiyeyê û da zanîn tevî ku welatekî ji aliyê berhemdariya xakê û çavkaniyan ve dewlemend e, bi sed hezaran Kurd, Ermenî, Tirk, Asûrî-Suryanî ev xak terikandiye û divê bersiv ji pirsa, 'tevî vê dewlemendiyê jî çima hatiye terikandin?' bê dayîn.

'EW MIRINÊ, EM AŞTIYÊ FERZ DIKIN'

Uçer anî ziman ku Erdogan û AKP, tevî yek netewe, yek welat û yek alê, di heman demê de yek mezheb û yek civatê ferz dikin û da zanîn ku vê yekparêziyê ev sed sal in li gelek deverên Tirkiyeyê rê li ber komkujiyên nû vekiriye û hînê dibe sedema komkujiyan.

Uçer diyar kir ku li hemberî zîhniyeta yekparêziyê, yekane partiya ku pirrengî û biratiya gelan diparêze HDP ye û got, "Ew mirinê, lê em aştiyê ferz dikin. Em dibêjin aştî û dema dibêjin aştî em tên kuştin."

ŞER NÎNE, KOMKUJÎ Û ÎMHA HENE

Uçer da xuyakirin, ku piştî HDP ji bendê derbas bû, hikûmetê dest bi êrîşê kir û got, "Niha şerek nîne. Îmha heye. Komkujî heye. Sedema vê yekê jî derbasbûna HDP'ê ji bendê ye."

Uçer destnîşan kir, ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî divê HDP hîn bi xurtî li parlamentê were temsîlkirin. Uçer anî ziman ku yekane navnîşana têkoşîna ked û demokrasiyê ya gelan HDP ye û ragihand, ku dengekî bi tenê jî gelekî bi qîmet e. Uçer bang li her kesî kir ku dengê xwe bi kar bînin û bidin HDP'ê.

DENGÊN ELEWIYAN JI HDP'Ê RE YE

Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê Ozanê Gel Alî Çagan jî diyar kir ku berpisryarê şerê ji nû ve li Tirkiyeyê destpê kiriye dewlet e û destnîşan kir ku weke rêxistinên Elewiyan wan biryar dane ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de destekê bidin HDP'ê.

Piştî axaftinan, Parlamenterê berê yê HDP'ê Ozdal Uçer bersiv da pirsên beşdaran.

...