Çeteyên li Çiyayê Kizwanan têk çûn, komkujî kirin

Hat ragihandin, ku çeteyên DAIŞ'ê piştî têkçûna xwe ya li Çiyayê Kizwanan, li gundên Hemdaniye û Hedadiye yên ser bi navçeyên Şeddadî û Îreşa gelek sivîl girtine û hin ji wan qetil kirine.

Çeteyên DAIŞ'ê li bakurrojavayê çiyayê Kizwanan, li hemberî gundên Bediî, Xerra, Xara, Til Hemam û Cefr, xaçerêya gundê Bediî û girê Radyo yê li çiyayê Kizwanan, berî du rojan êrîşeke berfireh dabûn destpêkirin.

Piştî ku çete di vê êrîşê de têk çûn, sivîlên li Şeddadî û Îreşa yên qebûl nekirin êrîşî çeperên YPG/YPJ'ê bikin, girtin û hat ragihandin ku ev sivîl hatine qetilkirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyan li gundên Hemdaniye û Hedadiye yên navçeyên Şeddadî û Îreşa herî kêm 50 kes girtin. Ji van 12 kes hatin înfazkirin.

Çeteyên DAIŞ'ê beriya niha, piştî windakirina li Girê Spî û çiyayê Kizwanan, gelê sivîl sûcdar kiribûn û li gundê bakurrojavayê Mebrûka bi qasî sed sivîl qetil kiribûn.