Polîsan mala malbata Sonmez ê qetil kirin, ji xwe re kirin qereqol!
Polîsên tevgera taybet ên ku li Nisêbînê Ahmet Sonmez qetil kirin, avêtin ser mala bav û birayê wî lê dijîn û mal ji xwe re kirine qereqol.
Polîsên tevgera taybet ên ku li Nisêbînê Ahmet Sonmez qetil kirin, avêtin ser mala bav û birayê wî lê dijîn û mal ji xwe re kirine qereqol.
Polîsan 11 ferdên malbatê xistin oedeyekê û li ser banê xanî bi cih bûn. Polîsan, tevî tupê gazê dest danîn ser gelek alavan.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, polîs û tîmên tevgera taybet ên ku bi çekên giran êrîşî taxa Firatê kirin, Ahmet Sonmez ê 61 salî qetil kirin. Polîsên Tirk di ser re avêtin ser mala malbata Sonmez. Polîsan deriyê xaniyê ku bavê Sonmez Salîh Sonmez û birayê wî Rêzzan Sonmez lê dijîn şikandin, bav û kur li erdê dirêj kirin û li wan dan.
Polîsan pê li pişta bav û kur kirin û hat ragihandin ku ji ber vê yekê pişta Rêzzan Sonmez hatiye şikandin. Polîsên Tirk hînê li hundirê xanî ne û li banê xanî jî sekvan hatine bicihkirin. Tê gotin ku xanî ji aliyê polîsan ve weke qereqolê tê bikaranîn.
Li aliyê din, welatiyê bi navê Ozgur Çiray ê li taxa Yenîşheîrê di gulereşandina tîmên tevgera taybet de li şaneşîna xaniyê xwe yê li kolana Çagçagê birîndar bû, ji ber ku fîşek li stuyê wî ketiye bi giranî birîndar bûye û ji ber rê girtî ne, welatiyan ew rakirine revîra Tabûra Leşkerî ya Nisêbînê. Hat ragihandin ku Çiray dûre rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û xeterî li ser jiyana wî heye.