Yuksekdag: Em ê serketina 1'ê Mijdarê diyarî Ekîn Wan bikin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag Danezana Hilbijartinê ya Jinan aşkera kir û diyar kir ku vîna di 7'ê Hezîranê de derket holê ji aliyê qesrê ve nehat qebûlkirin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag Danezana Hilbijartinê ya Jinan aşkera kir û diyar kir ku vîna di 7'ê Hezîranê de derket holê ji aliyê qesrê ve nehat qebûlkirin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag Danezana Hilbijartinê ya Jinan aşkera kir û diyar kir ku vîna di 7'ê Hezîranê de derket holê ji aliyê qesrê ve nehat qebûlkirin û wiha got: "Yên vîna me nas nekin em jî wan nas nakin." Yuksekdag anî ziman ku rêveberiyên xweser vîna jinê ye û divê hemû kes xwedî li rêveberiyên xweser derkeve.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di civîna danezana jinan de axivî û got dayika Delîla (Şenay Goçer) jî dixwest li salonê be û wiha got: "Lê nekarî bê vir. Sedema wê jî li Farqînê bû. Em hemû jinên li wir ber xwe didin silav dikin."
'YÊN VÎNA ME NAS NEKIN EM JÎ WAN NAS NAKIN'
Yuksekdag anî ziman ku serketina HDP'ê ya 7'ê Hezîranê di heman demê de serketina jinan e û wiha axivî: "Encama di 7'ê Hezîranê de derket holê nasîna vîna jinan e. Em careke din dibêjin yên vîna me ya demokratîk nas nekin em jî wan nas nakin." Yuksekdag Serokkomar Erdogan nîşan da û got, "Qesrê di 7'ê Hezîranê de dîktatoriya yek kes û dîktatoriya zilam pêk nayê û hesabê vê yekê ji jinan dipirse" û dixwaze li ser hemû civakê tirsê pêk bîne û wiha axivî: "Qesra bi 400 wekîl û pergala serokatiyê derket rê her diçe zextên xwe dijwar dike. Encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo me û hemû civakê destketiyeke gelek mezin bû."
'DIBÊJIN 3 ZAROKAN BÎNIN DINÊ Û PIŞTRE JI ME RE RÊKIN MIRINÊ'
Yuksekdag da zanîn ku şerê dan destpêkirin hemû gelên Tirkiyeyê û jina neyênî bandor dike û ev yek jî encama siyaseta desthilatdar a zilam e û wiha pê de çû: "Li hemberî vê yekê jinan dest bi berxwedanê kir. Di nava vî şerî de jin bûn pêşengên aştiyê. Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê desthilatdariyê ji jinan re got zarokên xwe ji şer re bişînin." Yuksekdag bilêv kir ku ciwan ji bo daxwaza qesrê ya 400 wekîlan tên kuştin û ji dayikan re dibêjin "herî kêm 3 zarokan bînin dinê"
'DI ŞERÊ LI HEMBERÎ KURDAN DAN DESTPÊKIRIN DE JIN Û ZAROKÊN NEHATIN DINÊ QETIL DIKIN'
Yuksekdag destnîşan kir ku jin rastî gelek êrîşên dewlet û desthilatdariyê hatin û li Cizîr, Sîlopiya, Nisêbîn û Gimgimê gelek jin bi bin bombebaranê de dijîn û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji 20'ê Tîrmehê heya niha li hemberî gelê Kurd şer hatiye destpêkirin û jin û zarokên nehatin dinê qetil dikin. Ji zarokên hatin qetilkirin ê herî mezin 15 salî ye. Hedefa wan berxwedana jinan bûn û ji bo vê yekê bişkînin êrîşan dikin. Berxwedana xweser a jinan li hemberî zilimê pêk anîn di heman demê de vegeriya berxwedana hêza jinan."
'DI BIN BENDÊ DE MAYÎNA HDP'Ê ÊDÎ BÛ DÎROK'
Yuksekdag da zanîn ku jin li dijî qetlîman tilîliyan dibêjin û wiha got: "Ji ber ku çeka me tilîliyên me ne. Vîna me jî aştiye. Em îro bi israr dibêjin HDP, wê teqez aştî qezenc bike. Wê jin li dijî desthilatdariya ku çavên wê tarî bûye pêşiya azadiyê vekin. Êdî dema jinan nemaye. 7'ê Hezîranê ji bo me serketin bû, wê 1'ê Mijdarê jî ji bo jinan bibe serketina hilbijartinê. Hewl didin me di bin bendê de bihêlin lê bila vê yekê baş zanibin ku êdî di bin bendê mayîna HDP'ê bûye dîrok. Jinên Partiya Demokratîk a Gelan di bin bendê de hîştin êdî negengaz e. Qesra ku navenda şer e wê di bin têkoşîna me ya aştiyê de bimîne."
Yuksekdag anî ziman ku ew ê di 1'ê Mijdarê de bibin gotin û vîna jinan û wiha dom kir: "Êdî divê desthilatdariya siyasî û hişmendiya zilam bêdeng bimîne. Dema ku jin biaxive û bi rê ve bibe wê aştî pêk bê. Em ê bi axaftinê hemû bê edaletiyê ji holê rakin."
'ÎLANKIRINA XWERÊVEBERIYAN DEMOKRASIYA RASTÎ NÎŞAN DIDE'
Yuksekdag got ku di 1'ê Mijdarê de pêwira jinan a herê girîng aştiyê pêkanîn e û wiha bi lêv kir: "Civaka ku daxwaziya demokrasiyê dike dê jin û HDP pêk bîne. Ji ber wê jî em li cihên ku jin xwerêveberiya îlan dikin wan silav dikin. Jinên ku xwerêveberiya xwe îlan dikin wan terorîst îlan dikin, dora wan dorpêç dikin û qetlîamê li hemberî wan pêk tînin. Lê jin jî ji wan re demokrasî çawa ye nîşan dide. Xwerêveberî ji bo me jinan tê wateya, beden, nasname û ked. Qê îlankirina xwerêveberiyan demokrasiya rastî nîşan bide."
'EM XWEDÎ LI XWERÊVEBERIYAN DERDIKEVIN'
Yuksekdag diyar kir ku jinên xwerêveberî îlan kirine vîna wan in û ew xwedî lê derdikevin û got: "Divê li her derê gelê me xwe bi rê ve bibe. Xwerêveberî rejîma demokratîk ku jin bêriya wê kiribûn ne. Ji HDP'êre deng û jin biçin desthilatdariyê."
'PÎVANA ME YA BINGEHÎN JIYANA HEVPAR E'
Yuksekdag hevserokatî weke "Felsefeya jiyana hevpar" bi nav kir û wiha got: "Me hevserokatî bi vîna xwe qezenc kir. Li her derê vîna hevserokatiyê heye. Em ê li her derê jiyanê vê yekê pêk bînin. Armanca me ev e ku em vê pîvanê li her derê jiyanê bixin meriyetê."
'WÊ KUJERÊN JINAN DI DEMA ME DE NIKARIBIN BI REHETÎ TEVBIGERIN'
Yuksekdag bi lêv kir ku wê bi taybetî jî li hemberî tundiya jinan têkoşînê bidin meşandin û wiha got. "Wê di dema me de kujerên jinan nikaribin bi rehetî tevbigerin. Bi xwerêveberiyan yên HDP'ê wê kujerên jinan cezayê ku heq bikin bigirin."
'LI DIJÎ VÊ ZILMÊ EM Ê WEKE EKÎN BIBIN BERXWEDAN'
Yuksekdag got ku ew ê di 1'ê Mijdarê de sozên ku dane şehîdan bi cih bînin û ev tişt destnîşan kir: "Em ê serketina 1'ê Mijdarê diyarî Ekîn Wan ku hat tezîkirin bikin. Em ê bersivê bidin kujerên jinan. Em ê li dijî zilmê wekî Ekîn bibin berxwedan."