Gelan ji Swîsre bang kirin: Dîsa dîsa HDP dîsa dîsa aştî
Di pêşengiya Platforma Hilbijartinê ya Swîsre de, li Dreinrosenpark a li bajarê Basel ê Swîsre mîtînga, “Dîsa dîsa HDP dîsa dîsa aştî” lidar xistin.
Di pêşengiya Platforma Hilbijartinê ya Swîsre de, li Dreinrosenpark a li bajarê Basel ê Swîsre mîtînga, “Dîsa dîsa HDP dîsa dîsa aştî” lidar xistin.
Gelên li Swîsreyê dijîn di mîtînga, “Dîsa dîsa HDP dîsa dîsa Aştî” de hatin gel hev. Di mîtînga ku ji her beşê bi hezaran kes beşdar bûn, Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Celal Dogan, ji bo dawî li dîktatoriya Serokkomar Erdogan bê bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan.
Di pêşengiya Platforma Hilbijartinê ya Swîsre de, li Dreinrosenpark a li bajarê Basel ê Swîsre mîtînga, “Dîsa dîsa HDP dîsa dîsa aştî” lidar xistin. Di mîtîngê de li gel Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Celal Dogan, bi hezaran Kurdistanî û Tirkiyeyî amade bûn. Qada mîtîngê ku bi alên HDP’ê hat xemilandin, bi hezaran kesan bi yek dengî dirûşmên aştî û azadiyê qîr kirin. Di mîtîngê de ji bo dawî li dîktatoriya Erdogan bê bang li hilbijêrên li Ewropayê hat kirin ku di navbera 8-25’ê Cotmehê de biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin.
KOMUR: WÊ DAXWAZA GELAN A JIYANA BI HEV RE BI SER BIKEVE
Di mîtîngê de destpêkê li ser navê Navendên Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsre Fûat Komur axivî. Komur bal kişand ser polîtîkayên şer ên AKP û Erdogan û behsa girîngiya ku hilbijêrên li Ewropayê deng bidin HDP’ê kir.
‘GELÊ KURD BI SERBILINDÎ LI BER XWE DIDE’
Piştî Komur, mafê axaftinê Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Celal Dogan wergirt û bi silavkirina kesên li qadê dest bi axaftina xwe kir. Dogan ziyaretên van çend rojan ên Kurdistanê wiha nirxand: “Em ji bo moralê bidin gelê Kurd ku bi komkujiyan û mirinê rû bi rû ne, lê bawer bikin wan moral dan me. Tevî ewqas komkujî û mirinan jî gelê Kurd bi serbilindî ji bo azadiya xwe; bi gelên din re karibin bi hev re hevpar û wekhev bijîn li ber xwe dide. Em deyndarê berxwedana gelê Kurd in.”
‘XWERÊVEBERÎ DEMOKRATÎKKIRINA KOMARÊ YE’
Dogan nelirêtiya AKP û Erdogan jî bi bîr xist û got ku Erdogan pereyê gel sifir dike, gelê Kurd jî li Kurdistanê di sindoqan de AKP û Erdogan sifir dike. Dogan behsa girîngiya berxwedanên Kobanê û Gezî kir, baweriya gelan a hevrebûnê û aştiyê wê di 1’ê Mijdarê de AKP û Erdogan ê şer dimeşîne tine bike. Dogan destnîşan kir ku Kurd di avakirina Komarê de xwedî girîngeyeke mezin bûn, ji bo gelên xwe li ber xwe didin û ev wê di demek kurt de bigihêje serketinê. Dogan aşkera kir ku Komar xwedî sabiqeye ku bi qetilkirina gelan û tinekirina wan tê zanîn û wiha axivî: “Bi Xweseriya Demokratîk a ku gelê Kurd îlan dikin wê Komar jî demokratîk bibe. Ev şerê ku dewleta navendî li hember vê rêveberiyê vekiriye, rewşeke xeter e. Gelê Kurd bi vê sîstemê, Tirkiyeyê demokratîk dike û jiyana hevpar a gelan ava dike.”
‘WÊ ERDOGAN Û AKP’E HESAP BIDIN’
Dogan got, “Heta îro 50 hezar ciwanên Kurd li çiyayan û bi hezaran jî li kolanan hatine qetilkirin, tevî wê jî gelê Kurd hê jî aştiyê qîr dike, ji ber wê em deyndarê vî gelî ne.” û axaftina Erdogan a “Me heta îro 2000 terorîst kuşt” bi zimanekî tund rexne kir. Dogan wiha axivî: “Li ti deverê cîhanê heta niha ti serokkomar an jî serokwezîr li ser mirinê siyasetê nakin, lê yên me dikin, hem gel jî terorist dihesibînin. Lê we ji ber van kiryaran hesap bidin, HDP’e wê hesap ji wan bixwaze.” Dogan diyar kir ku tevahî armanca vî şerî ji bo HDP’ê di bin bendê de bimîne ye, kesên ku alîgirê aştî û demokrasiyê jî divê xwedî li HDP’ê derkevin.
‘LI ŞÛNA HER ROJ WEKE KOLEYAN BIJÎN ROJEKÊ AZAD BIJÎN’
Dogan medyaya alîgir jî bi zimanekî tund rexne kir û got: “Ji bo çi hûn ditirsin, hêza we têra rêvebirina welatekî heye. Lê hûn hê jî ji hinekan re serî ditewînin. Hinekî jiyana azad fêr bibin, li şûna hûn her roj weke koleyan dijîn rojekê azad bijîn.”
Dogan got, “Ez ji bo karibim deynê xwe bidim gelê Kurd, îro ez di HDP’ê de siyasetê dikim” diyar kir HDP ji bo gelên Tirkiyeyê şansekî mezin e. Dogan axaftina Denîz Gezmîş a li sêdarê bi bîr xist û got ku îro dirûşma, ‘Bijî biratiya gelan’ bûye îdeolojiya HDP’ê. Dogan diyar kir ku ji bo pêşeroja gelan divê her kes biçe ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin. Dogan wiha berdewam kir: “Ji bo desthilatiya kesekî li Kurdistanê her roj çiyayên me tên bombekirin. Kurd her roj tên qetilkirin. Ji bo gelên xwe û azadiya axa xwe, em biçin ser sindoqan.”
Piştî axaftina Dogan, hunermendên Navenda Çanda MED stranên xwe gotin, mîtîng bi govendê bi dawî bû.