Li navçeya Amed Farqînê, amîrekî tevgera taybet, gef li parlamentera HDP'ê Nûrsel Aydogan û Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek xwar û diyar kir ku eger ew cihê lê ne neterikînin, ew ê wan bikujin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Aydogan ve hat dayîn, danê êvarê saet di 19:30 de tîmên taybet dor li koma Aydogan û Şîmşek jî di nav de bû girtin.
Piştî gulereşandina hat kirin, koma ji zêdeyî 100 kesan pêk dihat, li derdorê belav bû û Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek ê di wesayîta xwe de bû bi zorê hat peydakirin û tehde li wî hat kirin ku ji herêmê biçe.
Tîmên taybet her wiha gule li Şîmşek reşandin û hewl dan wî qetil bikin.
Aydogan bûyer bi vî rengî ravekir: "Xuyaye amîrê tîmên taybet, ew tîmê taybet ê li Geverê 52 karkerên înşaetê li erdê dirêj kiribû û gef li wan dixwar ji xwe re mînak girtiye, weke ku dîn û har bûye bi qasî 15 deqeyan kir qîreqîr û gule li derdorê reşand. Vî şexsî got, 'Hûn çi ji vê dewletê dixwazin? Hûn çi ji vê alê dixwazin? Bi saya vê alê hûn nan dixwin, hûn hurmetê nîşanî vê alê nadin. Hûnê hemû bimirin, hûnê hemû bicehimin. Hûn kî nin ku leşkerên me, polîsên me şehîd dixin? Namerd, bê şeref û kafir!' Piştî ku ev kîn û nefreta xwe verişiya, gef li me xwar ku eger em herêmê neterikînin wê me bikujin."
Aydogan diyar kir, ku di serî de ev şexs, hemû kesên mîna vî bikevin ber lêpirsînê û der heqê wan de ji aliyê îdarî û hiqûqî ve ya pêwîst were kirin.