Li Strasbourg standa nasandina HDP’ê

Di standa ku pêkhateyên HDP’a Strasbourg li Place Kleber vekirin, belavokên Fransî û Tirkî tên belavkirin.

Li bajarê Strasbourg ê Fransa bi armanca nasandina HDP’ê, pêr standek hat vekirin. Di standa ku pêkhateyên HDP’a Strasbourg li Place Kleber vekirin, belavokên Fransî û Tirkî tên belavkirin. Çalakî îro ji aliyê aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd ve hat dewrgirtin.

Di aktîvîteya ku rastî eleqeyeke zêde hat, jin der barê HDP’ê de agahiyan didin. Di çalakiyê de der barê Danezana Jinan a Hilbijartinê ya HDP’ê de agahî hat dayîn.

...