Bi celadê Pirsûsê re bi rojan li rû hev ma
Dokûmantera "Amara Suruç" a Derhêner Garîp Çelîk, ku di dema amadekirina wê de dîmenê êrîşkarê bombeyî Şeyh Abdurrhamn Alagoz ê di nava girseyê de hat dîtin, wê destpêkê li Stenbolê bê nîşandan.
Dokûmantera "Amara Suruç" a Derhêner Garîp Çelîk, ku di dema amadekirina wê de dîmenê êrîşkarê bombeyî Şeyh Abdurrhamn Alagoz ê di nava girseyê de hat dîtin, wê destpêkê li Stenbolê bê nîşandan.
Dokûmantera "Amara Suruç" a Derhêner Garîp Çelîk, ku di dema amadekirina wê de dîmenê êrîşkarê bombeyî Şeyh Abdurrhamn Alagoz ê di nava girseyê de hat dîtin, wê destpêkê li Stenbolê bê nîşandan.
Dokûmanter wê di 5'ê Cotmeha 2015'an roja Duşemê li salona Thatron a Kadikoyê were nîşandan. Beriya nîşandana destpêkê ya dokûmanterê derhêner Garîp Çelîk ê ji komkujiya ku 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dan bi saxî rizgar bû, ji ANF'ê re axivî.
Çelîk, tevî panîk û travmaya piştî komkujiyê jî qeyda kamera dewam kir û dûre dema dîmenên kişandiye kontrol dikir, li êrîşkarê bombeyî rast hat. Çelîk got, "Bi celadê xwe re ez bi rojan rû li hev hatim."
Çelîk anî ziman ku we ji bo çêkirina dokûmanterê tevlî ciwanên dixwestin biçin Kobanê bû û got, "Min ê hem xebatên ji nû ve avakirina Kobanê hem jî tevkariya ciwanan a li karê ji nû ve avakirinê de bikişanda. Min ti ji wan nas nedikir. Bi rêya rêwîtiyê min ew nas kir. Hemû gelekî giranbuha û hêja bûn. Ciwan bûn, romantîk bûn, bi coş û kelecan bûn. Roj berî biçe ava dixwestin xwe bigihînin rojê û tevkariyê bikin ku roj li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe."
Çelîk da xuyakirin, ku her çend otobusa wan nehat sekinandin û nehat lêgerîn jî, hemû otobusên din hatin sekinandin, bi berfirehî hatin lêgerîn û 2 ciwan hatin binçavkirin.
'CIWANÊN KU BERÎ NÎV SAETÊ EZ BI WAN RE DIAXIVÎM PARÇE PARÇE BÛBÛN Û LI PÊŞ MIN BÛN'
Ji bo pirsa "Dema we xwegihand Komeleya Çandê ya Amara, çi qewimî?" Çelîk ev bersiv da:
"Di otobusên çûn Pirsûsê de bi giştî 300 kes hebûn. Ya ku destpêkê gihaşt wir, otobusa me bû. Dema me xwegihand Komeleya Çandê ya Amara, hin ji me yekser ketin navenda çandê û razan, hin jî li dora maseya taştê rûniştin. Min jî wêne dikişand û li rewşê temaşe dikir. Polen a di komkujiye de jiyana xwe ji dest da sê-çar caran hat cem min û bi fediyokî ji min agir xwest ku cixara xwe pê bixe. Destê wê dicirifî, dibe ku gelekî bi coş û kelecan bû. Ciwanan henek bi hev dikirin, dikeniyan. Di wê demê de hevalek hat û ji bo serlêdana qanûnî li qeymeqamiyê bike, nasnameyên me kom kir. Ciwanek jî di vê kêliyê de rabû got; xuyaye em ê nikaribin hemû derbasî Kobanê bibin, eger em karibin derbas bibin wê bi komên 50 kesan pêk were û di vê rewşê de jî em ê di destpêkê de rê biin malbatên ciwanên wan li Kobanê şer dikin. Piştre biryar hat dayîn ku daxuyanî ji çapemeniyê re bê dayîn û em hemû li ber navenda çandê kom bûn. Ji bilî Ajansa Nûçeyan a Etkîn û rojnamevanekî Fransî, ti endamên çapemeniyê tinebûn. Min kamea xwe vekir û dest bi kişandina dîmenan kir. Dema daxuyaniya çapemeniye qediya û dirûşme hatin qîrîn, min kamera xwe girt. Piştî 15 saniyeyan, teqîneke mezin rû da. Min hînê fêm nekiribû ku çi qewimiye. Li ser serê min bedenên mirovan difiriyan. Mehmet Lutfu Ozdemîr ji min re got, 'Bombe teqiya, bireve, dibe ku bombeya duyemîn jî hebe'. Her kes direviya. Hingî ez li tiştekî nefikirîm û min kamera xwe vekir. Li aliyekî min feryad dikir, li aliyê din jî dîmen dikişand. Rewş gelekî tirsnak bû. Dilopên xwînê ji kameraya min diherikîn. Ciwanên ku beriya nîv saetê em bi hev re rûniştibûn, me bi hev re taştê xwaribûn, em bi hev re dikeniyan, li pêş çavên min parçe parçe bûbûn."
'MÎNA KU ERD QELIŞÎ BÛ Û POLÎS KETIBÛN BINÊ ERDÊ'
Derhêner Çelîk anî ziman, ku polîsên sivîl û yên fermî ku di her daxuyaniyeke çapemeniyê de bi sedan ji wan li derdorê dicivin, bi awayekî balkêş wê rojê yek ji wan tinebûn û got, "Ne di hatina Navenda Çandê ya Amara, ne jî di dema dayîna daxuyaniya çapemeniyê de ti ji wan tinebûn. Mîna ku erd qelişîbû û ew ketibûn binê erdê. Vê rewşê bala min kişandibû, lê belê ez li ser nesekinîbûm. Nîv saet piştî teqînê hatin û çawa hatin, bombeyên gazê avêtin gel. Di vê demê de komîserek hat cem min û ji min re got, 'Şaş fêm neke, lê ne ji bo me, ji bo we; tu dikare dîmenên te kişandiye bide me?' Min hingî jê re got, 'hûn heta niha li ku bûn, çima we pêşî li teqînê negirtin."
'MIN XWEST CIVAK VÊ HOVÎTIYÊ BIBÎNE'
Der barê bandora vê hovîtiyê li ser xwe de Çelîk got, "Ez hînê nehatime ser hişê xwe. Travmayeke mezin bi serê min de hat. Weke zarokê gelekî gundê wan hatiye şewitandin û rastî zexta dewletê hatiye, piştî vê bûyerê cara destpêkê ez çûm cem psîkologekî. 20 rojan destê min ê çepê tevizî bû. Dema dengek dihat min ez dibiziyam, bi şev nikarîbûm raketibûma, dema radiketim jî ji nişka ve hişyar dibûm. Rûyê ciwanên hatin qetilkirin her tim di bîra min de ye. Ti carî ji wî dîmenî rizgar nebûm. Lê mîna ku psîkolog dibêje, ji bilî rû bi rûbûnê, ti rêyeke rizgariyê nîne."
Çelîk da zanîn ku ji bo civakê jî bi vê komkujiyê re rû bi rû bike, wî xwestiye dokûmantera "Amara Suruç" çêbike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev berpiryariya min a dîrokî bû. 33 şitil ji nişka ve hatin tinekirin. Ji bo bîranîna wan mirovên xwedî dilekî paqij, ji bo hovîtiya hatiye kirin radixim pêş çavan, min dokûmanterek ji 33 deqeyan çêkir. Armanca min; ne pêçandina birîna şexsî bû. Min xwest refleksa civakî ya ku derneket holê, bixim nava tevgerê.
Çelîk anî ziman ku piştî komkujiyê, ew bi dîmanan re vegeriyaye Stenbolê û di destpêkê de wexteke dirêj nekariye li dîmenan temaşe bike.
Derhêner Çelîk got, "Lê min ji xwe er dgot, dibe ku di nava dîmen de ew şexsê ku ev hovîtî anî serê me hebe. 20 roj piştî komkujiyê, min ciwanekî bi navê Ferhat Sayim ê derhêriya dîmenan dike nas kir. Gelekî alî min kir. Di vê dokûmanterê de gelekî keda wî heye. Bi wî re em rûniştin, bi rojan me li dîmenan temaşe kirin. Me hevalên di nava girseyê de yek bi yek tespît kirin û bi sûdwergritina ji dîmenên mobese yên êrîşkarê bi navê Şeyh Abdullah Alagoz ê di çapemeniye de derketin re, ew di nava girseyê de tespît kirin. Alagoz ku di nva girseyê de hewl dide ber bi pêş ve biçe, dema nikare vê bi ser bixîne, serê xwe berdide ber xwe û piştî 16 saniyeyan bombeya li ser xwe diteqîne."
Dema hûn bi vî êrîşkarê bombeyî hesiyan, we çi hîs kir?
Çelîk ev bersiv da: "Min gelek caran li vî dîmenî temaşe kir. Li gorî rûyê wî, nêrîn û tevgera wî min hewl da fêm bikim ku bi kîjan psîkolojiyê, bi kîjan mejî ev hovîtî kiriye. Bi rojan ez bi celadê xwe re rû bi rû mam. Ewqasî xwînsar bû, ku bi rastî jî min hingî wateya gotina 'dijmin' fêm kir. Ciwanekî 20 salî, gelo çawa dikare bibe cinawirekî bi vî rengî? Hînê fêm nakim."
'ARMANC; HILWEŞANDINA PIRA PIŞTEVANIYÊ BÛ'
Çelîk da xuyakirin ku ev komkujî ji berê ve ji aliyê sîstemê ve hatibû plankirin, amadekirin û got, "Bi vê yekê re xwestin pira piştevaniyê ya di navbera Kobanê û rojavayê Tirkiyeyê de hilweşînin, hem, çav bitirsînin, hem jî ji bo şer zemînekê amade bikin."
Derhêner Çelîk herî dawî ragihand, ku dokûmanter wê di 5'ê Cotmeha 2015'an roja Duşemê li salona Theatron a Kadikoyê bikeve weşanê û got, "Heta ku berpirsyariyên vê komkujiyê werin aşkerakirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin û her çiqasî hewl bidin bidin jibîrkirin jî em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin. Ev yek soza me ji bo 33 canên me yên jiyana xwe ji dest dane ye."