Li Hambûrgê panela hilbijartinê

Di çarçoveya bernameya hilbijartinê ya derveyî welat a HDP'ê de, bi beşdariya parlamenterê Stenbolê Tûrgût Oker roja Şemiyê li bajarê Elmanya Hambûrgê panelek hat lidarxistin.

Di çarçoveya bernameya hilbijartinê ya derveyî welat a HDP'ê de, bi beşdariya parlamenterê Stenbolê Tûrgût Oker roja Şemiyê li bajarê Elmanya Hambûrgê panelek hat lidarxistin.

Di panela li Navenda Çanda Elewiyan a Hambûrgê de, ku moderatoriya wê rêvebera SKB ya Hambûrgê Hatîce Kar kir, tevî Oker Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç jî weke qiseker amade bû.

Hevserokê NAV-DEM'ê Koç di axaftina xwe ya piştî deqeyeke rêzgirtinê de ragihandin, ku weke gel û baweriyên bindest, wan yekîtiya xwe ya bi pêvajoya Kobanê re destpê kir, heta hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi awayekî serketî meşandine û destnîşan kir, ku bi vê yekîtî û hevgirtinê re ew ê pêşeroja xwe bi hev re ava bikin. Koç bal kişand ser girîngiya dengên li Ewropayê werin bikaranîn û banga dengdayînê li hilbijêrên li Ewropayê kir.

OKER: YA KU LI MADIMAKÊ HAT KIRIN, ÎRO LI KURDAN TÊ KIRIN

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Tûrgûk Oker dûre mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser girîngiya yekîtî û hevgirtinê. Oker anî ziman ku HDP îro gelekî xurttir e û da zanîn ku piştî 1'ê Mijdarê wê Tirkiyeyek nû derkeve holê.

Oker da zanîn ku polîtîkaya faşîst a Tirkiyeyê li aliyê din ê Sêwasê îflas kiriye û got, "Ji niha û pê ve hûn mîna Hîroşîma bombeyê biavêjin herêmên Kurdan jî hûnê bi ser nekevin. Me ev yek di berxwedana li Cizîrê de dît. Gel tirs têk biriye."

Di dewama axaftina xwe de got, "Ya ku li Madimakê hat kirin, îro bi faşîzmeke topyekûn re li Kurdan tê kirin. Wê serî li hîleyên ku qet nayê bîra mirovan bidin. Divê em hişyar bin û sindoqan biparêzin. Li hemberî zîhniyeta faşîst divê em bibin yek."

LI ELMANYAYÊ WÊ TÛRA HILBIJJARTINÊ DEWAM BIKE

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê wê di 4'ê Cotmehê de li Kolnê, di 5'ê Cotmehê de li Kîelê, di 6'ê Cotmehê de li Salzgîtter, di 7'ê Cotmehê de li Berlînê, di 8'ê Cotmehê de li Hannoverê, di 9'ê Cotmehê de li Aûgsbûrgê, di 10'ê Cotmehê de li Munchenê û di 11'ê Cotmehê de li Nurnbergê beşdarî çalakiyên ji bo hilbijartinê bibe.

...