PGDM êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamayê (MGDM) êrîşên dewleta Tirk ên li Colemêrg, Cizîr, Farqîn, Lice, Sûr, Çelê, Şirnex û Nisêbîn ên li hemberî gelê Kurd, şermezar kir.

Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamayê (MGDM) êrîşên dewleta Tirk ên li Colemêrg, Cizîr, Farqîn, Lice, Sûr, Çelê, Şirnex û Nisêbîn ên li hemberî gelê Kurd, şermezar kir.

Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em êrîşên qetlîamker ên dewleta Tirk ên li Colemêrg, Cizîr, Farqîn, Lice, Sûr, Çelê, Şirnex û Nisêbîn ên li hemberî gelê Kurd, şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji ber têkçûna di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, zîhniyeta nîjadperest a dewleta Tirk, bi destê Erdogan û AKP'ê ve bi rêbaza DAIŞ'ê li hemberî gelê Kurd, gelan û hêzên demokrasiyê tê meşandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em vî zîhniyetê faşîst şermezar dikin, xwerêveberiyên demokratîk ên ku gelê Kurd bi vîna xwe ya azad îlan kirin silav dikin, pîroz dikin û destekê didin" destnîşan kir ku zîhniyeteke di sedsala 21'an de hînê di feraseta yek tîpî de israr dike, li ber îflaseke cidî ye.

PGDM da xuyakirin ku girîng e hemû gel, kom û kesayetên li dijî vê zîhniyeta faşîst derdikevin, girîng e xwedî li xwerêveberiya demokratîk derkevin û di hilbijartinên pêş de destekê bidin HDP'ê.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî, zîhniyeta faşîst a AKP li hemberî Kurdan dimeşîne, baş fêm dikin: Me êşa ji ber vê zîhniyetê di dema Seyfo-Qirkirina 1915'an de dît û jiya. Û ev zîhniyet piştî 100 salan, li hemberî alternatîfa demokrasiyê ya ku gelê Kurd jê re pêşengiyê dike, ji nû ve di dewrê de ye. Zîhniyeta ku di rojên dawî de êrîşî goristanên gerîla dike, nîşan dide ku çiqasî ketiye û namerd bûye. Divê gelê me li her qadê, li dijî vê zîhniyetê bisekine, bi gelê Kurd re tevbigere û destekê bide gelê Kurd. Ji bo serketina perspektîfa demokrasiyê ya gelan, girîng e faşîzma Erdogan bê hilweşandin û rizgarî ji her şêwe paşverûtiyê bê kirin."

Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê ev bang jî li Erdogan û Hikûmeta AKP'ê kir: "Êdî bes tovên nifaqê bixe navbera gelan. Bes berê ewladên gel, bi feraseta xwe ya hegemonya faşîst bide mirinê. Xwe nêzî agirbesteke ji dil û dualî ya bi PKK'ê re bike."