Gerîlayê HPG’ê Omer Gonul hate bîranîn

Gerîlayê HPG’ê Omer Gonul (Bariş Gimgim) ê 23’ê Îlonê li Çewlikê jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hat bîranîn.

Gerîlayê HPG’ê Omer Gonul (Bariş Gimgim) ê 23’ê Îlonê li Çewlikê jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hat bîranîn.

Li Navenda Civaka Çanda Demokratîk a Dortmûnd, gerîlayê HPG’ê Omer Gonul ê bi nasnav Bariş Gimgim, 23’ê Îlonê li bejahiya Çewlikê jiyana xwe ji dest dabû, hate bîranîn.

Hevseroka KOMAV’ê Dayê Şengê, Serokê Giştî yê Civaka Îslamiya Kurdistan Hafiz Ahmet Tûrhalli, Hevserokê DKTM’ê ya Dortmûndê Medenî Ak û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Axaftina destpêkê Dayê Şengê kir û got: “Rêya şehîdan her tim rêya me ronî dike. Pêwîst e em her tim li keda Rêber Apo û şehîdên xwe xwedî derkevin.” Piştre Hafiz Ahmet Tûrhalli mafê axaftinê wergirt û bi kurtahî wiha axivî: “Îşkencekirina cenazeyan nayên qebûlkirin, ev di ti olî de cihê xwe tineye.”

Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” ve bi dawî bû.

...