Parlamenterê Partiya Gel a Lîberal Robert Hannah, li ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê, Qirkirina 1915'an, sûcên li dijî Kurdan û hindikayiyan dike û girtina rojnamevanan, pêşniyarnameyek pêşkêşî parlamentê kir.
'DIVÊ HESABÊ QIRKIRINÊ WERE DAYÎN'
Hannah di pêşniyarnameyê de ragihand ku Tirkiye ji qirkirina li hemberî mirovahiyê kiriye xwe rizgar kiriye û tevî vê yekê hesabê sûcên di roja îro de jî li hemberî mirovahiyê dike, nade. Hannah bibîr xist ku welatên din hesabê sûcên bi vî rengî didin, lewma nedana hesap ji aliyê Tirkiykeyê ve nayê qebûlkirin. Hannah da xuyakirin ku gelek Asûrî, Suryanî û Kurdên ji Tirkiyeyê hatine serlêdana penaberiyê li Swêdê kirine û got, "Eger li Tirkiyeyê li dijî van gelan ev sûc nehatibûna kirin, hingî wê neçarî revê nebûna."
Hannah anî ziman ku nabe Tirkiye li hemberî van binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bi xemsarî tevbigere û destnîşan kir, ku divê li ser çar mijaran bi lezgînî biryarê bide.
'BES BIHÊLIN KU TERORÎST TIRKIYEYÊ WEKE WELATEKÎ TRANSÎT BI KAR BÎNIN'
Hannah da xuyakirin, ku Tirkiye welatekî çeteyên DAIŞ'ê yên ji Ewropa û Swêdê diçin, di ser re derbasî Sûriye û Iraqê dibin û got, "Tirkiye, ji ebr ku sînorên xwe yên bi Sûriye û Iraqê re bi têrkerî kontrol nake, tevkariyê li xurtbûna Dewleta Îslamê û rêxistinên din ên terorê dike. Destûr tê dayîn ku ji van sînoran derbasî Iraq û Sûriyeyê bibin û pêwîste tavilê ev bê sekinandin."
PÊŞNIYARA 'KOMÎSYONA RASTÎ'
Hannah da zanîn ku DAIŞ di roja îro de hindikayiyên olî yên li Rojhilata Navîn qir dike û diyar kir ku beriya niha bi 100 salan Dewleta Osmanî jî heman gel di qirkirinê re derbas kir.
Hannah got, "Bi taybetî gelê Asûrî di qirkirina 1915'an û qirkirina 2015'an de gelek zerar dît. Piraniya Asûriyên îro ji aliyê Dewleta Îslamê ve hatine revandin, neviyên Asûriyên di qirkirina 1915'an de Tirkên Ciwan hewl didan wan qetil bikin e. Tirkiye di roja îro de jî rûpela xwe ya herî tarî ya li Rojhilata Navîn înkar dike. Înkarkirina dîroka xwe ya şîdetê, ji bo dubarekirina heman tiştî dibe bingehek. Divê Tirkiye qirkirinê qebûl bike, xakên dagir kiriye radest bike û ji bo lêkolînkirina di dema Împaratoriya Osmanî de li gelê Xiristiyan kiriye 'Komîsyona Rastî' bê avakirin."
'SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ'
Hannah bibîr xist ku di mehên payîzê de, êrîşên nefretê yên li hemberî Kurdan hatine birêxistinkirin û da zanîn ku AKP'ê li hemberî êrîşên li dijî hindikayiyan û HDP'ê, helwest nîşan nedaye.
Hannah ragihand ku hikûmet, ji êrîşên neteweperest ên li hemberî hindikayiyan kêfxweş e û got, "Ev helwesta hikûmeta Tirk a li hemberî Kurdan nayê qebûlkirin û ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye."
ZEXTÊN LI SER ROJNAMEVANAN
Hannah bal kişand ser zextên li ser rojnamevanan û destnîşan kir ku Erdogan Tirkiye kiriye mezintirîn girtîgeha rojnamevanan a cîhanê. Hannah got, "Li Tirkiyeyê nayê qebûlkirin ku li hemberî rojnamevanan ji ber karê kiriye doz bê vekirin û azadiya ramanê were binpêkirin."
Hannah di pêşniyarnameya xwe de ji parlamentê xwest di van her çar mijaran de biryarê bide û hikûmeta Swêdê jî wezîfeya xwe bi cih bîne. Pêşniyarnameya Hannah wê di mehên pêş de li Parlamenta Swêdê bê nîqaşkirin û li ser biryar were dayîn.