Sarisuluk: Namzetê HDP'ê me, ji ber ku Gezî HDP ye

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê kekê şehîdê Gezî Ethem Sarisuluk, Mûstafa Sarisuluk ê dibêje "Gezî HDP ye" ev bang li gelan kir: "HDP ji bo çareseriya pirsgirêkên me yên bingehîn, kilîta yekane ye. Netirsin, ji ber ku HDP her mezin dibe."

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê kekê şehîdê Gezî Ethem Sarisuluk, Mûstafa Sarisuluk ê dibêje "Gezî HDP ye" ev bang li gelan kir: "HDP ji bo çareseriya pirsgirêkên me yên bingehîn, kilîta yekane ye. Netirsin, ji ber ku HDP her mezin dibe."

Di nava lîsteya namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê, ku xwe bi dirûşma "Mirovahiya mezin, aştiya mezin" ji hilbijartinên 1'ê Mijdarê de re amade dike, yek ji navên balê dikişîne, kekê şehîdê Gezî Ethem Sarisuluk Mûstafa Sarisuluk e.

Namzetê rêza 1. ê herêma 2. a Enqereyê Sarisuluk, di heman demê de yek ji navên herî nû yên lîsteya namzetên parlamenteriyê ya HDP'ê ye.

Sarisuluk sedema namzetbûyîna xwe ji HDP'ê vegot. Ji bo pirsa "Çima hûn di dema şer de bûn namzet?" Sarisuluk kevneşopiya têkoşînê ya malbata xwe bibîr xist û got, "Jiyana malbata me timî bi zor û zehmetiyê derbas bûye. Di 7'ê Hezîranê de ez ne namzet bûm. Lê belê, li dijî polîtîkayên despotîzma AKP û Qesrê yên piştî 7'ê Hezîranê, ez bûm namzet ku li hember van polîtîkayan bisekinim."

'HDP BEXÇÊ GULAN Ê GELAN E'

Sarisuluk HDP weke "bexçê gulan ê gelan" pênase kir û got, "Pîvanên HDP'ê û pêşniyarên çareseriyê yên ji bo hemû pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî destnîşan dike û nêrîna me ya şexs û malbatê ya li jiyanê, weke hev e. Ji ber vê yekê min namzetiya parlamenteriyê weke wezîfeyekê dît û bi vê berpirsyariyê rabûm."

Sarisuluk da xuyakirin ku AKP'ê vîna gel a di 7'ê Hezîranê de derket holê nas nekiriye û HDP xistiye hedefa xwe. Sarisuluk êrîşên nîjadperestî yên li hemberî avahiyên HDP'ê bibîr xist û got, "Wan êrîşan, komkujiya Sêwasê anîn bîra me."

'HDP PARTIYA DEMÊN ZEHMET E'

Sarisuluk bal kişand ser encamên şerê qesrê li hemberî gelan îlan kiriye û ji bo HDP'ê got, "Partiya demên zehmet e." Sarisuluk dş dewama axaftina xwe de got, "Partiya me hemû destketiyên xwe bi kedeke bêhempa wergirt û bi hemû gelên bindest re xwe gihand vê pêvajoyê. Li dijî rewşa şer û şovenîst a piştî 7'ê Hezîranê hat afirandin, em ê hîn bêhti bêjin 'Dîsa dîsa azadî, dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa HDP'. Em dest û mil bidin hev, em ê van polîtîkayên şer ên AKP'ê ku jiyanê li me diherimîne, pûç bikin. Hemû gel wê li dora HDP'ê bicivin û desthilatdariya wan paşverûyan hilweşînin. Ya bi ser bikeve wê aştî be û em ê AKP'ê di binê aştiyê de bihêlin."

Berxwedêrên Gezî, bi çi rengî namzetbûyîna Sarisuluk ji HDP'ê pêşwazî kirin?

Mûstafa Sarisuluk ji bo vê pirsê dibêje; "Dema lîsteyên namzetan hat aşkerakirin, li ez li reaksiyoneke erênî rast hatim û ji sedî 90 peyamên destekkirinê ji min re hatin. Di van nirxandinan de nêrîna, 'divê em li nava HDP'ê bin' derket pêş. Beşeke gelekî biçûk -ku nîjadperest, şovenîst in-, li gorî rewşa xwe nerazîbûn nîşan dan."

'GEZÎ HDP YE, EM LI CIHÊ RAST IN'

Tevî ku di ser Gezî re du sal û nîv derbas bûn jî, Sarisuluk nerazîbûnê nîşanî hewldanên ku HDP û berxwedana Gezî ji hev cihê dikin da û got, "Gezî di dawiya dawî de azadiya radîkal û demokrasiya radîkal bû. Li dijî desthilatdariya AKP'ê, li hemberî desthilatdariya Tayyîp Erdogan serhildanek, raperînek bû. Ji xwe ya ku hebûna HDP'ê diparêze û HDP'ê li ser mezin dike, ev yek e. Ne li hemberî hev in, berevajî; li hev tên. Ya ku hem bi polîtîkaya xwe, hem bi bernameya xwe ya partiyê, hem jî bi rêbaza xwe ya siyasetê re nixên Gezî diparêze û ji bov ê yekê jî hem berî Gezî hem jî piştî Gezî ev têkoşîn meşand û dimeşîne HDP ye, pîvanên ku HDP wan temsîl dike ne. Lewma Gezî di rastiya xwe de HDP ye. Di berxwedana Gezî de min birayê xwe winda kir. Ji xwe em ji bo van nirxan têdikoşiyan. Ji ber vê yekê, em li cihê rast in. Em ê jî hem temsîliyeta nirxên li Gezî derketin holê, hem jî têkoşîna mirovahiya mezin a îro li Rojava, li Kobanê didome biparêzin. Di heman demê de li vê xakê jî em ê vê têkoşînê mezin bikin. Û yekane cihê vê jî, sîwana HDP'ê ye."

Malbata Sarisuluk, ji bo darizandina kujerên Ethem ev du sal in ji kolanan heta edliyeyê têdikoşe. Niha jî wê vê têkoşîna xwe li Meclîsê jî bidomîne.

Mûstafa Sarisuluk wê li Meclîsê çi bike?

Bersiv: "Hem weke şexs hem jî weke partî, em ne tenê sîstema parlamenteriyê diparêzin. Tevî parlamentê em bi hemû bindestan re li kolanê jî siyasetê dikin. Em partiyeke ji nava kolanan e û mezin dibin e. Li parlamentê, em ê hewl bidin ji bo parastina nirxên xwe, bi taybetî li hemberî pêkanînên antîdemokratîk ên bajarvaniyê, bêhiqûqî û bêedaletiyê, têbikoşin. Di çarçoveya bernameya partiyê de em ê vê yekê bi gelên Tirkiyeyê re bikin. Di nava gel de bi gelên xwe re em ê vê pêvajoyê bihûnînin û mezin bikin."

NETIRSIN, JI BER KU HDP HEYE Û HER MEZIN DIBE

Sarisuluk da xuyakirin ku AKP û Qesr hewl didin bi çavtirsandinê re gelan teslîm bigire û ji gelan re got, "Netirsin HDP heye."

Mesaja dawî ya Sarisuluk bi vî rengî ye: "Bang li hemû gelên Tirkiyeyê û derdorên bindest dikim, ku ji bo bicihanîna nirxên HDP diparêze, li dora HDP'ê bicivin. Ji ber ku HDP yekane kilîta ku dikare pirsgirêkên me yên bingehîn çareser bike ye. Netirsin, ji ber ku HDP heye û her mezin dibe. Dareke me heye û her mezin dibe. Bexçeyekî me yê gulan heye û her mezin dibe."

...