'Li Nisêbînê ne kamp, biryargeha şer a leşkerî heye'

Parlamenterê HDP’ê Atalan, bal kişand ku bi polîtîkaya şer a AKP'ê re pêkanînên dij mirovî yên li kampa Êzidiyan didome.

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Alî Atalan, têkildarî pêkanînên derveyî mirovatiyê yên li kampa Êzidiyan a li Nisêbînê ya veguheriye biryargeha leşkerî daxuyaniya çapemeniyê da.

Atalan anî ziman ku civaka Êzidî ya ji ber barbarî û hovîtiya DAIŞ’ê travma derbas dike, tevî hemû zor û zehmetiyan jî di kampan de têkoşîna jiyanê dide û got:

"Êzidî ku di nav şert û mercên pir zehmet de pêdiviyên xwe yên însanî yên bingehîn jî bi zehmetî bi cih tînin, kampa ji aliyê AFAD’ê ve li Nisêbînê hatiye avakirin, bûye biryargeheke leşkerî ya polîs, tîmên taybet, leşker, panzer, TOMA, wesayîtên zirxî yên wek akrep, kîrpî têde hatine bicihkirin û veguheriye biryargeheke leşkerî.”

'ATMOSFEREKE DIN A ŞER HAT JIYANDIN'

Atalan got, "Kampeke sivîl a gelê Êzidî tê de, li hember gelekî ku aîdê wan e, wek qadeke şer û leşkerî bikaranîn karesateke” û wiha dewam kir: "Mirovên ji cihekî şer reviyane, li cihekî din kirina nav atmosfera şer îşkenceyeke. Divê leşker-polîs û wesayîtên wan ji kampa Êzidî tê de tavilê bê paqijkirin, pêwîst e gelê jixwe ji şer reviyaye herî kêm di nav hizûrê de li kampan bijîn.”