Bagdû li cihê hat qetilkirin hate bîranîn

Kadîr Bagdû yê 14’ê Cotmeha 2014’an dema li Taxa Şakîrpaşa ya Edeneyê rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat belav dikirin hat qetilkirin, li cihê hat qetilkirin hate bîranîn.

Kadîr Bagdû yê 14’ê Cotmeha 2014’an dema li Taxa Şakîrpaşa ya Edeneyê rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat belav dikirin hat qetilkirin, li cihê hat qetilkirin hate bîranîn.

Kadîr Bagdû yê 46 salî yê 14’ê Cotmeha 2014’an dema li Taxa Şakîrpaşa ya Edeneyê rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat belav dikirin hat qetilkirin, di salvegera şehadetê de li cihê hat qetilkirin hate bîranîn.

Bi sedan kesên ku di nav wan de parlamenterên HDP’ê yên Edeneyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên ÎHD’ê, malbatên şervanên MLKP’ê yên li Rojava jiyana xwe ji dest dane, nûnerên KESK’ê jî ku hebûn li ber Mala Taziyeyê ya Şakîrpaşa kom bûn û ber bi cihê ku Bagdû hat qetilkirin meşiyan. Di meşê de pankarta ku wêneyên Apê Mûsa, Metîn Alataş û Kadrî Bagdû hebûn hat vekirin û dirûşma, “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hatin gotin. Esnafên li ser rêgeha meşê jî dikanên xwe venekirin.

Bîranîn bi rêzgirtinê destpê kir.  

Piştî rêzgirtinê li ser navê xebatkarên çapemeniya azad Nûçegihana DÎHA ya Mersînê Berîvan Altan axivî.

Altan diyar kir ku failên qetilkirinê ku derneketine holê nîşan dide ku fail dewlet e. Altan destnîşan kir ku wê pey failan bernedin û wek şopdarên komkujiyê wê hesan bipirsin.

Piştî daxuyaniyê li cihê ku Bagdû hatiye qetilkirin qurnefîl hatin danîn. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş û Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Fatma Çig jî got ku wê şopdarên komkujiyê bin. Paşê ji bo Bagdû mewlûd hat dayîn.