Ji bo Muhammet Zakîr Karabûlût ê di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, Rêxistina HDP’ê ya Tokatê daxuyaniyeke nivîskî weşand, komkujî şermezar kir û xwest tavilê hesab ji berpirsyaran bê pirsîn.
Rêxistina HDP’ê ya Tokatê di daxuyaniya xwe de got: “Em soz didin hevrê Zakîr û hemû şehîdan, em ê Aştiya ku di oxira wê de jiyana xwe ji dest dane bînin. Heta dilopa xwîna me ya dawî em ê mîrasa şehîdên me ji me re hiştine hilgirin, ji bo xwişk-biratiya gelan em ê li hember qesra ku dixwaze her roj xwînê birijîne ‘Aştiyê’ qîr bikin. Serê hemû gelên bindest sax be. Ji hevrêyên me yên tedawiya wan didome re derbasbûyî be.”