Şaredarê AKP'yî weke kiryarê komkujiyê axivî
Şaredarê AKP'yî Erkan Hayla, ku beriya niha bi kuştina wezîfedarekî arkujiyê hat sûcdarkirin, xwedî li komkujiya li Enqereyê derket.
Şaredarê AKP'yî Erkan Hayla, ku beriya niha bi kuştina wezîfedarekî arkujiyê hat sûcdarkirin, xwedî li komkujiya li Enqereyê derket.
Şaredarê AKP'yî Erkan Hayla, ku beriya niha bi kuştina wezîfedarekî arkujiyê hat sûcdarkirin, xwedî li komkujiya li Enqereyê derket. Hayla got, "Ji bo yên li Enqereyê mirin, ne radibim ser piya ne jî rehmê ji wan re dixwazim."
Serokwezîrê hikûmeta demî Ahmet Davûtoglû ji bo xwekujên bombeyî yên zindî got, "Li Tirkiyeyê lîsteya kesên dikarin li Tirkiyeyê bombe bi xwe ve biteqînin heye, lê heta çalakiyê nekin, nabe ku em wan bigirin." Niha jî daxuyaniyên AKP'yiyan ên komkujiyê diparêzin, dikevin rojeve.
Yek ji van AKP'yiyan jî Şaredarê Kale yê Denîzliyê Erkan Hayla ye.
Di civîna meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Denîzlî de, endamên CHP'yî xwestin, ji bo bîranîna mirovên li Enqereyê hatin qetilkirin deqeyek rêz were girtin. Lê belê Haya got, "Ji bo yên mirine ne dikevim şînê, ne deqeyekê rêzê digirim, ne jî radibim ser piyan."
Pêşniyara koma CHP'ê bi dengên AKP'yiyan hat redkirin. Hayla li ser pêşniyara koma CHP'ê, salon terikand.
Hayla li ser adresa xwe ya facebookê ji bo vê bûyerê ev tişt nivîsand: "Îro di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Denîzliyê de, endamên CHP'yî yên Meclîsê, ji bo yên di teqîna li Enqereyê de mirin, xwestin deqeyek rêz bê girtin. Ji bo yên di mîtîngeke ku ala min a sor û spî ne di nav de, hemû alên rêxistinên derveyî qanûnî hebûn de mirin, ne şînê digirim, ne deqeyekê rêzê digirim, ne jî radibim ser piyan. Terikandina civînê, li gorî min rasttir bû. Ez spasiyên xwe pêşkêşî Meclîsê dikim, ku nehişt deqeyek rêz bê girtin."
HAYLA BI KUŞTINA MIROVEKÎ TÊ SÛCDARKIRIN
Şaredarê AKP'yî Hayla, bi kuştina wezîfedarê arkujiyê Mehmet Alî Talay tê sûcdarkirin. Hayla yê ji ber vî sûcî hat binçavkirin, dûre serbest hat berdan.
Her wiha Walîtiya Denîzlî, der barê Hayla de, ji ber ku 'bi xebatkarên şaredariyê re li ser kaxizeke vala îmze daye avêtin' lêpirsîn dabû destpêkirin.