Li gelek navendan 25 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin
Li gelek navendan, di serdegirtinan de gelek kes hatin girtin û binçavkirin.
Li gelek navendan, di serdegirtinan de gelek kes hatin girtin û binçavkirin.
Li gelek navendan, di serdegirtinan de gelek kes hatin girtin û binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên li hemberî gel ên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên meşandin, dewam dikin. Li Erzîrom, Mûş, Wan, Serêkaniyê û Amedê 19 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin. Li Enqereyê jî polîsan êrîşî esnafên ku Erdogan protest kirin, kirin û 6 kes li vê derê kirin binçavan.
ERZÎROM: Li navçeya Erzîrom Avnîkê, tîmên taybet danê sibehê avêtin ser malan û Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Halît Kapo, Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Necatî Yazici û Selhan Yazici, Ozcan Yazici, Koksal Kirmanci, Selahatîn Helvaci, Fevzî Karataş, Alî Riza Aras, Orhan Guven û Savaş Dali kirin binçvan. 10 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Tê gotin, ku operasyonên binçavkirinê yên li navçeyê dewam dikin.
MÛŞ: Li navçeya Mûş Milazgirê, polîs û tîmên taybet avêtin ser maleke li Taxa Menguçgazî û xebatkara DBP'ê Melek Bogan kirin binçavan. Sedema binçavkirina Bogan nehat zanîn, lê ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
WAN: Li navçeya Wan Erdîşê polîsan avêtin ser mala Nûnerê Egîtîm-Sen ê Erdîşê Îlhamî Tekîn û ew kirin binçavan. Tekîn birin Midûriyeta Emniyetê ya Erdîşê.
SERÊKANIYÊ: Li navçeya Riha Serêkaniyê, jendermeyan avêtin ser malan û 7 wezîfedarên HDP'ê yên li ser sindoqan ên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê kirin binçavan. Hat argihandin ku ji Taxa Xirbe Cehş Ferman Înanç, ji Taxa Lebbana Halîl Kahraman, ji taxa Xirbe Sûf Aydin Încî û Enver Emen, ji taxa Hûmera Jorîn Mahmût Dagtekîn û ji taxa Ayn Saraç jî Fesîh Say û Faysal Sarigul hatine binçavkirin. Binçavkirî birin Qereqola Jendermeyan a Navçeyê û fikar hene ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
AMED: Li navçeya Amed Sûrê, Ferhat Pilgis, Alî Yaşar Ak û Rûkiye Orûç ên hatin binçavkirin, duh bi şev derxistin pêşberî dozgeriyê. Dozgeriyê her sê binçavkirî bi daxwaza girtinê radestî dadgeha nobedar kir, dadgehê jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ew girtin. Hat ragihandin ku Alî Yaşar Ak û Ferhat Pilgis şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê, Rûkiye Orûç jî şandine Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.
ENQERE: Li Enqereyê, esnafên li kolana Konûr ên komkujiya Enqreyê şermezar kirin, pankarta bi nivîsa "Kujer Erdogan" qîriyan. Polîsan êrîşî esnafan kirin û 6 kes kirin binçavan. Navê kesên bi lêdanê hatine binçavkirin bi vî rengî ye: Erdal Sarikaş, Tayfûn Yildirim, Çagri Kor, Okan Okay, Mesût Denîz û Yasîn Ozturk."