Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hate binçavkirin
Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya Meclîsa Ciwanan û endamê PM’ê yê DEM Partiyê Lîvan Orman li Stenbolê hate binçavkirin.
Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya Meclîsa Ciwanan û endamê PM’ê yê DEM Partiyê Lîvan Orman li Stenbolê hate binçavkirin.
Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya Ciwanan û endamê Meclîsa Partiyê (PM) ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Lîvan Orman li navçeya Esenyurt a Stenbolê hate binçavkirin.
Nayê zanîn ku bê Orman bi çi hincetê hatiye binçavkirin û birine ku derê.
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê derbarê pêvajoya binçavkirinê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û got: "Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya Meclîsa me û endamê Meclîsa Partiya me Lîvan Orman li Stenbolê destên wî hatine kelepçekirin û bi êşkenceyê hate binçavkirin. Têkoşîna ciwanan bi zext û êşkenceyê nehatiye rawestan û her tim bi pêş ketiye! Têkoşîna me nayê krîmînalîzekirin!"