Balûken: Erdogan û AKP zemînê ji sûîqestên siyasî re amade dikin!

Balûken hişyariya, "Di rojên pêşiya me de jî eger tedbîrên pêwîst neyên girtin wê welêt ber bi şerê navxweyî ve biçe.” Balûken anî ziman ku civîneke Demîrtaş jî ji ber îxtîmala sûîqestê hatiye taloqkirin.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûken, diyar kir ku ji plana sûîqesta li hember Demîrtaş agahiya dewlet û hikûmetê heye, tevî vê jî ti tedbîr nehatine girtin. Balûken hişyariya, " Di rojên pêşiya me de jî eger tedbîrên pêwîst neyên girtin wê welêt ber bi şerê navxweyî ve biçe” da. Balûken plana sûîqesta li hember Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji ANF’ê re nirxand.

'JI KOMKUJIYA ENQEREYÊ TÊ FÊMKIRIN KU TEDBÎR NEHATINE GIRTIN'

Balûken bal kişand ku meha Tebaxê têkildarî plana sûîqestê bi devkî û nivîskî ji rayedarên dewletê û hikûmetê re ragihandine û got: "Lê çiqas cidî girtine, ji mîtînga Enqereyê ya wê Hevserokê me yê Giştî jî tevlî bûba tê fêmkirin.”

Balûken got, "Teqîneke ku nêzî sed mirovî jiyana xwe ji dest da pêk hat. Beriya komkujiyê jî me agahiyên cidî dan dewlet û hikûmetê.”

SEDEMA TALOQKIRINA CIVÎNA LI ENQEREYÊ

Balûken ê ANF piştrast kir diyar kir ku plana sûîqesta li hember Demîrtaş ji rêveberiya Rojava hatiye û ev agahî da:

"Ji Rojava agahî hatin ku gelek tîmên sûîqestê yên DAIŞ’ê derbasî Tirkiyeyê bûne, di serî de Demîrtaş li hember rêveberên HDP’yî ku wê sûîqest bên kirin. Heta ji ber vê civîna ku wê Birêz Demîrtaş li Enqereyê bi rêveberên weşana giştî ya saziyên çapemeniyê re kiriba hat taloqkirin. Rewşeke wiha ku li holê ye, bi rayedaran re ku hem devkî û hem jî nivîskî hevdîtin tên kirin û dîsa komkujiyên bi vî rengî jî ku didomin bêcidiyeta dewlet û AKP’ê nîşan dide.”

HIŞYARIYA ‘ŞERÊ NAVXWEYÎ’

Balûken got, "AKP niha di nav helwestekê de ye ku her cure dînîtiyê bike; li ser navê careke din desthilatdariya xwe bixe saxlemiyê û welêt ber bi kendalan ve bibe dikare her cure hewldanan bike. Di rojên pêşiya me de jî eger tedbîrên pêwîst neyên girtin, dewlet agahiyên di destê xwe de nenirxîne wê di nav civakê de înfîal pêk bê, dibe ku rê li ber sûîqestên siyasî yên welêt ber bi pozîsyona şerê navxweyî ve bibe veke.”

'AGAHIYA ERDOGAN-AKP HEBÛ LÊ ZEMÎN JI SÛÎQESTAN RE AMADE KIRIN'

Balûken diyar kir ji plana sûîqesta li hember Demîrtaş agahiya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan heye û got:

"Jixwe beriya daxwaznameya me ya meha Tebaxê jî agahiya dewletê ji vê îstixbaratê heye. Tevî vê jî kesên diviyabû tedbîran bigirin HDP hedef nîşan dan. Erdogan û rayedarên AKP’ê, hewaya lînca civakî ava kirin û ji bo kesên sûîqest plan kirin zemîn çêkirin.

Navenda Giştî ya HDP’ê jî di nav de zêdetirî 400 êrîş li hember me çêbûn. Li hember rêxistinên me yên navçe-bajaran, xebatkarên me, mal û kargehan êrîş çêbûn. Erdogan û AKP nebûn yên asteng bikin, mîna psîkolojiyeke ku tevkariyê bikin ava kirin.”