Heyetên PE, OSCE û Konsolosa DYA hatin serdana ÎHD'ê

Heyetên PE, OSCE û Konsolosa DYA yê Edeneyê, Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ziyaret kirin. Di hevdîtinê de ewlekariya hilbijartinê û binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê hatin nirxandin.

Heyetên PE, OSCE û Konsolosa DYA ya Edeneyê, Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ziyaret kirin. Di hevdîtinê de ewlekariya hilbijartinê û binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê hatin nirxandin.

Heyetên Parlamenta Ewropayê (PE), heyeta Çavdêriya Hilbijartinê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê (OSCE) û Konsolosa DYA ya Edeneyê Lînda Stûart Specht, Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ziyaret kirin. Serdana her sê heyetan di demên cuda de hatin kirin. Di van serdanan de mijarên; ewlekariya hilbijartinê, rewşa şer û binpêkirina mafên mirovan ên li herêmê hatin nirxandin. Heyet ji aliyê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî û Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Abdusselam Înceoren ve hatin pêşwazîkirin. Hat ragihandin ku heyet wê hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji nêz ve bişopînin.

Konsolosa DYA Specht, der barê bandora pêvajoya çareseriyê ya 2 salan û binpêkirinên mafên mirovan ên di nava van du mehên dawî de, ji rêveberên komeleyê agahî wergirt.