PHKÊ komkujiya Enqereyê lanet kir

Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî komkujiya Enqereyê şermezar kir û got, “Em bang li gelê xwe dikin ku tola şehîdên Enqereyê û hemû şehîdên şoreşê 1’ê Mijdarê ji AKP û dijminên gelê Kurd hilînin.”

Platforma hunermendên Kurdên Êzidî komkujiya Enqereyê şermezar kir û got, “Em bang li gelê xwe dikin ku tola şehîdên Enqereyê û hemû şehîdên şoreşê 1’ê Mijdarê ji AKP û dijminên gelê Kurd hilînin.”

Platforma hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ )di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê dewleta Tirkiyeyê dev ji siyaseta xwe ya diyalog, aştî û rêbazên demokrasiyê berda. AKP di 7’ê Hezîranê de bi ser neket. Têkçûna AKP’ê rê li ber Serokatiye Tayyîp Erdogan ji girt. Dubarekirina hilbijartinan jî nîşana vê yekê ye. Vê gavê li Kurdistanê şerekî desthilatdariyê ji nû ve da destpêkirin.

Platformê diyar kir ku siyaseta ku vê gavê li gelek bajar, navçeyên Bakurê Kurdistanê tê meşandin, dema siyaseta înkar û îmhayê tînê bîra mirovan.

Daxuyanî wiha didome: “Dîroka komara Tirkiyeyê jî nîşan daye ku şer û siyaseta tundiyê pirsgirêkan çareser nake berevajî pirsgirêkan hîn zêde dike û dibe sedema trajedî û bûyerên xerab.

Dimenên li Enqere destnîşan dike ku siyaseta diyalog û çareseriyê di rojeva Erdogan û AKP’ê de nîne!?

Em weke platforma hunermendên Kurdên Êzidî vê qetlîama li Enqere û êrîşên li ser gelê Kurd bi tundî şermezar dikin.

Em bang li gelê xwe dikin ku, tola şehîdên Enqereyê û hemû şehîdên şoreşê 1’ê Mijdarê ji AKP û dijminên gelê Kurd hîlînin.

Ancax bi serketina HDP’ê di hilbijartinên Mijdarê de, em karin erkên xwe yên hunerî û welatperwerî pêk bînin.

Em weke PHKÊ careke din qetlîama li Enqere şermezar dikin û dibêjin hûn ê di xwîna tê rijandin de bên xeniqandin.”