Li Elbakê tîmên taybet gule li dibistanê reşandin

Li Elbakê, li ser îdîaya 'ala li dibistanê hatiye daxistin', tîmên taybet avêtin ser dibistana ku xwendekar tê de hebûn û gule li derdorê reşandin.

Li gorî nûçeya DÎHA'yê, li Taxa Tepebaşi ya navçeya Wan Elbakê, li ser îdîaya 'al hatiye daxistin' tîmên taybet avêtin ser Dibistana Seretayî û Navîn a Ataturk û di dema ku xwendekaran ders didîtin de, tîmên taybet gule li derdorê reşandine. 

Malbatên bi vê êrîşê hesiyan çûn dibistanê, zarokên xwe ji dibistanê derxistin û nerazîbûn nîşanî polîsan dan.

Piştî nerazîbûna li hemberî polîs û rêveberên dibistanê, malbatan zarokên xwe birin malê û li ser vê yekê polîsên Tirk jî ji dibistanê derketin.