'Pêwîst hêzên navneteweyî piştgiriya xwe ya ji Tirkiyeyê re qut bikin'

Li hemberî komkujiya Enqereyê li derveyî welêt nerazîbûn didomin. Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo kesên hatine qetilkirin konê taziyeyê hat vedan.

Li hemberî komkujiya Enqereyê li derveyî welêt nerazîbûn didomin. Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo kesên hatine qetilkirin konê taziyeyê hat vedan. Li Katalonyayê CUP’ê komkujî şermezar kir û banga piştevaniya bi gelê Kurd re kir.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane konê taziyeyê hat vedan. Di pêşengiya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsre (ÎDGB) de, li ber Dêra Jakop kon hat vedan. Di çalakiya kon de ji bo Swîsre têkiliyên xwe bi hikûmeta Tirkiyeyê re qut bike kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Di kampanyayê de ku hedef 10 hezar îmze ne, wê îmze paşê radestî Wezareta Karên Derve ya Swîsre û Serokê Federal ê Swîsre Didier Burkhalter bên kirin. Hat ragihandin ku wê kampanya heta 1’ê Mijdarê bidome.

Endamên ÎDGB her wiha têkildarî komkujiya li Enqereyê belavokên “Dîsa gola xwînê, li Enqereyê” belav kirin. Di konê taziyeyê de ku pankarta, “Li Tirkiyeyê ji terora bajêr re bes e” hat daliqandin. Kesên hatin serdanê di lênûsa hatiye amadekirin de hestên xwe yên têkildarî komkujiyê dinivisînin.

UZDÎEN: EM Ê ŞOPDAR BIN

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Pîraten a Swîsre û endamê Desteya Rêveber a Partiya Pîraten Alî Uzdîen, anî ziman ku wê şopdarê komkujiya li Enqereyê bin.

KATALONYA

Li Katalonya ji Meclîsa Katalan 10 parlamenteran û ji meclîsên xwecîhî nêzî 400 nûnerî, wek Endamên Yekîtiya Gel (CÛP) daxuyaniyek weşandin, komkujiya Enqereyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrîşa li dilê Enqereyê ku li hember mirovên hêviya cîhanek nû dikirin pêk hat, em bi tundî şermezar dikin.” Di daxuyaniyê de bal kişandin ser berpirsiyariya AKP û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a komkujiyê.

DAXWAZ

Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku talîmata mirinên mirovan Erdogan dide û ev daxwaz hatin rêzkirin:

“Bi komploya hikûmeta AKP’ê êrîşa li hember çepgirên Kurd û Tirk a li Enqereyê, em bi tundî şermezar dikin. Her wiha di mehên dawî de êrîşên leşkerî û polîtîk ên zilmê li gelê Kurd dikin jî em şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku bila têkîliyên Tirkiye û DAIŞ’ê bên naskirin û ji ber li ser navê civaka navneteweyî gelek binpêkirina mafên mirovan kiriye, bi awayekî tund bê şermezarkirin. Bila endamê rêxistina HDP’ê û yên çepgir û hevrêyên me yên ji ber aktîvîteyên polîtîk, civakî hatine girtin tavilê bên berdan. Em NATO şermezar dikin, ji ber ku piştgiriya navneteweyî dide Tirkiyeyê û li êrîşên Tirkiyeyê ku şûna êrîşî hedefên DAIŞ’ê bikin, êrîşî Kurdan dikin, çavê xwe lê digire.”

'EM PIŞTEVANIYA GELÊ KURD BIKIN'

Daxuyani wiha didome: “Em dixwazin piştgiriyên xwe pêşkêşî gelê Kurd bikin. Ji ber ku ji bo me di avakirina projeyek polîtîk a radîkal, civakî û azadiya zayendan de bûne referans.” Daxuyanî wiha bi dawî dibe: “Em bang li tevahî tevgerên polîtîk û meclîsên xwecîhî yên li welatên Katalanan dikin ku bi gelê Kurd re û bi projeyên wan ên polîtîk re piştgiriyê bikin. Hedefên tevahî gelên azad, wê hedefên me jî bin.”