Vaye daxwaznameya li ser plana 'sûîqesta li dijî Demîrtaş'
Derket holê ku HDP'ê agahî bi dest xistiye û li hemberî sûîqesta li dijî Demîrtaş, serî li Wezaretê daye. Lê belê hat ragihandin, ku hikûmeta AKP'ê heta niha di vê derbarê de tiştek nekiriye.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 14 kewçêrê 2015, 12:27
Derket holê ku HDP'ê agahî bi dest xistiye û li hemberî sûîqesta li dijî Demîrtaş, serî li Wezaretê daye. Lê belê hat ragihandin, ku hikûmeta AKP'ê heta niha di vê derbarê de tiştek nekiriye. Serokkomar Erdogan jî, piştî peydabûna agahiyên li ser sûîqesta li hemberî Demîrtaş, hîn bêhtir Demîrtaş hedef nîşan da!
RÊVEBERIYA ROJAVA AGAHÎ DA
Piştî nûçe-şîroveya me ya bi sernavê "Plana sûîqestê ya li hemberî Demîrtaş" a di ANF'ê de hat weşandin, der barê vê planê de agahiyên nû derketin holê. Derket holê ku HDP'ê, der barê plana sûîqestê ya li dijî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji rêveberiya Rojava agahî wergirtiye.
Di nûçeyê de me ragihandibû, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di dema hevdîtinên li Îmraliyê de ji Demîrtaş û Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan re gotine, "Hay ji xwe hebin."
DI DESTPÊKÊ DE BI DEVKÎ, DÛRE JÎ BI NIVÎSKÎ AGAHÎ JI HIKÛMETÊ RE HAT DAYÎN
HDP'ê di destpêkê de bi awayekî devkî, agahiyên li ser sûîqesta li dijî Demîrtaş ji rayedarên dewletê re ragihand. Ji ber ku tiştek di vê der barê de nehat kirin, vê carê di 5'ê Tebaxa 2015'an de bi îmzeya Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken, daxwaznameyek li ser mijarê pêşkêşî Wezareta Karên Hundir hat kirin.
Di daxwaznameya ku yekemcar di ANF'ê de tê weşandin de tê gotin, "Li gorî agahiyên nêzî rastiya ji sedî sed e, tîmekî ser bi DAIŞ'ê, ji bo sûîqestê li hemberî Hevserokê me yê giştî Birêz Selahattîn Demîrtaş bike, ji Sûriyeyê hatiye Tirkiyeyê. Der barê rû û nasnameya van şexsan de agahiyek li ber destê me nîne. Em dixwazin di vî warî de çi pêwîst be, were kirin."