Bavê êrîşkar: Ez pir caran çûm emniyetê
Bavê Omer Denîz Dundar ê tê texmînkirin ku komkujiya li Enqereyê pêk aniye got, "Ji bo kurê xwe bînim gelek caran çûm emniyetê.” Bav got ku hewldanên wî bê encam mane.

Vegotinên M.D. ê bavê Omer Denîz Dundar ê tê texmînkirin ku komkujiya li Enqereyê pêk kaniye, helwesta polîsan a alîgiriya DAIŞ’a faşîst nîşan dide.
Li gor gotinên bav M.D ê ji rojnameya Radîkal re axivî Dundar sala 2013’an çûye Sûriyeyê, sala 2014’an vegeriyaye Tirkiyeyê. Piştî 8 mehan li Tirkiyeyê maye careke din vegeriyaye Sûriyeyê.
Bav. M.D. got: "Kurê min tiştekî wiha nake. Ji bo kurê xwe ji Sûriyeyê bînim, gelek caran çûm emniyetê. Kurê min sala 2014’an hat Semsûrê. 8 mehan li cem min man. Min giliyê kurê xwe li emniyetê kir. Min ji emniyetê re got, ‘Vî bigirin û biavêjin girtîgehê.’ Piştî îfadeyê ew berdan. Piştî 8 mehan çû Sûriyeyê.”