Rewşenbîr û saziyên Kurd komkujiya Enqereyê li Erîvanê protesto kirin
Li Erîvanê rewşenbîr û saziyên Kurd komkujiya Enqereyê protesto kirin.
Li Erîvanê rewşenbîr û saziyên Kurd komkujiya Enqereyê protesto kirin.
Li Erîvanê rewşenbîr û saziyên Kurd komkujiya Enqereyê protesto kirin.
Li paytexta Ermenîstan, Erîvanê rewşenbîr û saziyên Kurd komkujiya Enqereyê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Rewşenbîrên Asûrî, Kurdistanî û Ermenîstanî, Kurdistan Komîte, saziyên Kurdan û welatî tevlî çalakiyê bûn. Daxuyanî ji aliyê çapemeniya Ermenîstanê jî bi eleqeyek mezin ve hate şopandin, gelek televîzyon, radio, rojname amade bûn.
Çalakiya ku her axaftvanekî sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane xwestin û şîfa ji bo birîndaran xwestin, bi rêzgirtinê destpê kir. Wêneyên şehîdên aştiyê hatibûn daliqandin.
Axaftina destpêkê Kînyasê Hemîd kir, bal kişand ser pêkanînên Tirkiye û xwest destpêkê Ermenîstan tevahî cihan bi dewleta Tirk bihise. Hemîd destnîşan kir ku dewleta Tirk dîroka xwe tijî komkujî ne û wiha axivî: “1915’an komkujiyek mezin li hemberî gelê Ermen û Kurdên Êzidî pêk anîn. Niha jî dixwazin vê rêzekomkujiyan xwe bi Kurdan bidomînin. Lê wê nikaribin; ji ber ku Kurd ne Kurdên berê ne. Piştî Rêber Apo, Kurd hatine wê astê ku êdî pêwîstiya xwe bi ti kesî tinene. Em hemû li pişta gelê xwe û li pey Rêberê xwe ne.”
Hemîd careke din bi bîr xist ku Kurd ne Kurdên berê ne û doza xwe yek in. Hemîd wiha berdewam kir: “Ez bang li dewleta Tirk dikim, bila hişê xwe bide serê xwe. Di demeke kurt de wê Erdogan jî Davûtoglû jî di nav xwîna rijandine bifetisin.” Hemîd ji bo destpêka van êrîşan hilbijartinên 7’ê Hezîranê nîşan da û got: “Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de Erdogan têk çû. Piştre jî êrîş birin ser gelên me. Lê em ê di 1’ê Mijdarê de bersivek hê xurttir bidinê ku em nema hêviyan jî pê re dihêlin.”
Hevseroka Kurdistan Komîtê Jînîka Qadir, mafê axaftinê wergirt û sersaxî di serî de ji bo Selahattîn Demîrtaş û gelên Tirkiyeyê xwest. Qadîr destnîşan kir ku bingeha vê aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, lê ev 6 meh in tecrîd li ser didome. Qadir axaftina xwe wiha domand: “Aştî wek îro jî diyar e bê Rêber Apo çênabe, tecrîda wî bê li Tirkiyeyê rê li çi vekiriye, em dibînin. Ger wiha berdewam bike tiştê herî dawî hat serê Sedam Huseyin, wê Tayyîp Erdogan û Davûtoglû jî bijîn.”
Çalakî bi pirs û bersivan ve bi dawî bû.