BI DÎMEN

Hilbijêr li Swîsreyê çûna ser sindoqan didomînin

Li Swîsreyê dengdan di roja 7. de didome. Platforma Hilbijartinê ya Swîsreyê bang li hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî kir ku biçin ser sindoqan.

Li Swîsreyê dengdan di roja 7. de didome. Platforma Hilbijartinê ya Swîsreyê bang li hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî kir ku biçin ser sindoqan.

Di roja 7. hilbijartinên Swîsreyê de li Bern, Cenevre û Zûrîh li sê herêman sindoq hatin danîn û deng tên bikaranîn.

Platforma Hilbijartinê ya Swîsreyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 1’ê Mijdarê, bang li tevayî hilbijêrên li Ewropa kir ku ji bo ji komkujiyan re bêjin bes e mutleq biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin.

Hilbijêrên li Swîsreyê dawiya hefteyê jî di nav de heta 25’ê Mijdarê dikrin dengên xwe bi kar bînin.