Yuksekdag: Em ê Dîcle û Fatma ji bîr nekin
Yuksekdag sersaxî ji malbatên şehîdên aştiyê Dîcle Delî û Fatma Esen re xwest û got, "Em ê têkoşîna şehîdên aştiyê li her qadê bidin jiyîn. Em ê Dîcle û Fatma ji bîr nekin."
Yuksekdag sersaxî ji malbatên şehîdên aştiyê Dîcle Delî û Fatma Esen re xwest û got, "Em ê têkoşîna şehîdên aştiyê li her qadê bidin jiyîn. Em ê Dîcle û Fatma ji bîr nekin."
Yuksekdag sersaxî ji malbatên şehîdên aştiyê Dîcle Delî û Fatma Esen re xwest û got, "Em ê têkoşîna şehîdên aştiyê li her qadê bidin jiyîn. Em ê Dîcle û Fatma ji bîr nekin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, çû serdana serxweşiya malbatên şehîdên aştiyê Dîcle Delî û Fatma Esen.
Tevî Hevseroka Giştî Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê Pervîn Bûldan, Garo Paylan, Sarûhan Olûç, Beyza Ustun û Huda Kaya, namzetên parlamenteriyê Şerîfe Erbay û Gulsum Agaoglû, Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Ayşe Erten, endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Beycan Taşkiran û Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlû di serdanê de amade bûn.
Yuksekdag di serdana serxweşiya malbata Dîcle Delî de peyivî, komkujiyên li Amed, Pirsûs û Enqereyê bibîr xist û got, "Hemû di nava salekê de qewimîn û ev desthilatdarî îro radibe hewl dide me îqna bike ku berpirsyar, kiryar li derveyî sînor e."
Yuksekdag destnîşan kir ku berpirsyar desthilatdariya siyasî ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
'EM Ê JI BO AŞTIYÊ LI BER XWE BIDIN'
"Em dizanin ku li hemberî van êrîş û komkujiyan, rêya herî rewa ya têkoşînê; berxwedana ji bo aştiyê ye. Aştî nayê wê wateyê ku em li bendê bimînin ku ev artêşên qetlîaman me tine bikin. Em aştiyeke bi rûmet û wekhev dixwazin. Û em ê ji bo vê li ber xwe bidin."
Yuksekdag anî ziman ku ew ê têkoşîna şehîdên aştiyê li her qadê bidin jiyîn û got, "Jin wê di zelalî û pakiya Dîcleyê de jiyanekê ava bikin."
DAYIK: DÎCLEYÊ JI BÎR NEKIN
Piştî ku Yuksekdag sersaxî ji malbatê re xwest, dayika Dîcle peyivî û got, "Dîcle her tim dixwest di vê rê de bimeşe. Wê ji bîr nekin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag piştre konê serxweşiyê yê ji bo Fatma Esen hat vedan, ziyaret kir. Yuksekdag di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku li vî welatî, hêviya gelan a ji bo aştiyê hatiye bombekirin û got, "Kujer, yên ku heta niha DAIŞ parastiye."
Yuksekdag ji bo Fatma Esen got, "Em ê Fatma ya li nava malan digeriya û aştî bi rêxistin dikir, ji bîr nekin."
Keça Esen jî ji Yuksekdag re got, "Dayika min ji bo aştiyê çû wê derê. Bêguman ên ev kirine wê hesap bidin. Ez bi dayika xwe re serbilind im. Bi Kurdbûyînê re serbilind im."
Yuksekdag wê beşdarî merasîma bîranîna şehîdê aştiyê Gunay Dogan bibe.