Demîrtaş û Yuksekdag wê roja Înê bi Kiliçdaroglû re hevdîtinê bikin

Demîrtaş û Yuksekdag wê roja Înê li Enqereyê bi Kiliçdaroglû re hevdîtinê bikin.

Hevserokên HDP'ê û Serokê Giştî yê CHP'ê wê roja Înê li Enqereyê hevdîtinê bikin.

Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, piştî Komkujiya Enqereyê hewl dide bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike. Di vê çarçoveyê de ji HDP'ê daxwaza hevdîtinê kir.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş agahî da ANF'ê û ragihand ku wê roja Înê bi Kiliçdaroglû re hevdîtinê bikin. Demîrtaş anî ziman ku hevdîtin wê saet di 11:00 de li odeya wî ya li Meclîsê pêk were. Di hevdîtinê de wê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş amade bin.