ROJANE
Hemû Nûçe
-
Maseya Krîzê ya HDP'ê, tevî astengiyên hikûmetê jî dixebite
Maseya Krîzê ya HDP'ê ku piştî Komkujiya Enqereyê hat avakirin, xebatên xwe didomîne. Wezareta Tenduristiyê jî ji xebatên Maseya Krîzê re dibe asteng. -
Davûtoglû işaret bi dagirkirina Rojava kir
Serokwezîrê Hikûmeta Şerê Taybet Ahmet Davûtoglû yê ku bi Komkujiya li Enqereyê re mora xwe danî binê daxuyanyên sosret, işaret pê kir ku wê polîtîkaya xwe ya dijminatiya li Kurdan zêde bike. -
Leşkeran êrîşî mertalên zindî kirin: 25 kes hatin binçavkirin
Mertalên Zindî yên li herêma bejahî ya navbera Kop û Gimgimê ji bo şer rû nede dest bi çalakiyê kirin, rastî êrîşa leşkeran hatin. -
Ji AvEG-Kon û ATÎF'ê banga 'li dijî komkujiyan biçin ser sindoqan'
Saziyên koçberan ên li Ewropayê dixebitin AvEG-Kon û ATÎF'ê daxuyaniyek weşandin û li dijî şer û komkujiyan bang li her kesî kirin, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê. -
Şehîdê aştiyê Serdar Ben wê sibe were oxirkirin
Cenazeyê pisporê rêxistinkirinê yê Sendîkaya Înşaat-Îşê Serdar Ben, wê sibe li Taxa Gazî bê veşartin. -
Girtiyên zarok hatin sirgûnkirin
3 zarokên li Girtîgeha Tîpa M ya Wanê dihatin ragirtin, bêyî agahî ji malbatên wan re bê dayîn, sirgûnî Sîncan a Enqereyê hatin kirin. -
Erdogan jî bi dizî çû cihê komkujiyê
Piştî Davûtoglû Erdogan jî 'bi dizî' çû cihê teqîn lê rû da. Erdogan ê hinekî li derdorê temaşe kir, piştî ku qurnefîl danî, ji cihê komkujiyê çû. -
DM kampanya alîkariya ji bo Kurdan betal kir
Yek ji firoşgehên sereke yên Elmanyayê DM, kampanya alîkariyê ya ji bo Kurdên tevlî qursên agahiyê û zimanê biyanî bibin dabû destpê kirin, ji ber gefên êrîşê yên nîjadperestên Tirk, betal kir. -
AKP'ê 'berpirsyariya' komkujiyê xist stûyê burokratan
Hikûmeta AKP'ê, berpirsyariya komkujiya li Enqereyê xist stûyê burokrasiya Emniyetê. -
Li Danîmarkayê civîna hilbijartinê
Koordînasyona hilbijartinê ya HDP'ê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, civînek li ser xebatên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê tên meşandin, lidar xist. -
Li Wûppertalê standa hilbijartinê ya HDP'ê hat avakirin
Li bajarê Elmanya Wûppertalê, komîsyona hilbijartinê ya HDP'ê, di çarçoveya xebatên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê de li ber Cîty Arkadenê standa "Dîsa dîsa aştî" vekirin. -
Bîtnel: Ji bo bilindkirina dengê aştiyê em bêjin HDP
Serokê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Swîsreyê Cem Bîtnel destnîşan kir, ku Erdogan û AKP mîna komkujiya Pirsûsê berpirsyarên sereke yên komkujiya Enqereyê ne. -
Xwepêşandanên ji bo şermezarkirina komkujiyê dewam dikin
Li San Fransîsco, Montreal, Hambûrg, Pîsa, Torîno, Mîlano, Roma û Amsterdamê, komkujiya li Enqereyê bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin. -
Cebe yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin spartin axê
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê dema qedexeya derketina kolanan didomiya, Îdrîs Cebe yê 18 salî yê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat qetilkirin spartin axê. -
Çalakiya protestoyî ya 3 rojan a li Kolnê bi dawî bû
Kurdistanî û Tirkiyeyên li Kolnê dijîn ji bo kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane ev sê roj in di çalakiyê de ne. -
Sindoqên li Hezexê wê bên veguhastin
Tevî biryara YSK’ê jî li navçeya Hezex a Şirnexê biryar hat dayîn ku cihê du sindoqan bê guhertin. -
Şahidê komkujiya Enqereyê Altûn îfade da
Abdulselam Altûn ê di komkujiya Enqereyê de birîndar bû, diyar kir ku êrîşkar dîtiye, piştî bang li wî şexsî kiriye bi 10 saniyeyan teqîn çêbûye û got: “Piştî min bang lê kir bi 10 deqeyan, min parçeyên mirovan li derdora xwe dîtin.” -
Li Erîvanê komkujiya Enqereyê hat protestokirin
Li paytexta Ermenîstan, Erîvanê bi civînekê komkujiya Enqereyê hat protestokirin. -
Gulşen Ulker Bîrdal, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Hevjîna Serokê Rûmetê ya ÎHD'ê Akin Bîrdal, Gulsen Ulker Bîrdal ber bi rêwitiya xwe ya dawî ve hate oxirkirin. -
FEDA: Dengek dikare dîktatorekî bixîne; em piştgiriyê bidin HDP'ê
FEDA, bang li derdorên demokratîk û Elewiyan kir ku dengên xwe bidin HDP'ê. -
Ebrû Mavî li Elbîstanê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê Ebru Mavî ya ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyan ve li Elbîstanê hat definkirin. -
Kedkaran astengî nas nekirin
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê komkujiya Enqere bi meş, çalakî û daxuyaniyan hat şermezarkirin. -
Li Dortmundê protestoya komkujiyê
Li bajarê Elmanya Dortmundê komkujiya li Enqereyê hat protestokirin. -
Li derveyî welêt hêrsa li hember komkujiyê bilind e: Qatil dewlet!
Li Elmanya, Fransa û Awûstralya komkujiya li Enqereyê hat protestokirin. -
Yuksekdag: Siyaset û jiyan bi şer jehrî kirine
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku welatiyên di teqîna Enqereyê de birîndar bibû wan ziyaret kir, da zanîn ku siyaset û jiyan bi şer jehrî kirine.