Nasnameyên qetlîamkeran diyar dibin
Hat ragihandin, ku qetlîamkerên li Enqereyê, endamên DAIŞ'ê Yûnûs Emre Alagoz û Omer Denîz Dundar in.

Hat destnîşankirin, ku komkujiya li Enqereyê, bi desteka hikûmeta AKP'ê, ji aliyê endamên DAIŞ'ê yên ketin nava Tirkiyeyê ve hatiye kirin.
Agahiyên li ser nasnameyên qetlîamkerên ku li Enqereyê bûn sedema mirina zêdeyî sed kesan, zelal dibin. Hat ragihandin ku yek ji van qetlîamkeran Yûnûs Emre Alagoz e û yê din jî Omer Denîz Dundar e ku tê gotin navê wan di lîsteya 'bombeyên zindî yên li wan tên gerîn' de cih digirin. Hat tespîtkirin ku her du êrîşkar bi wesayîtên cuda ji Dîlokê hatine û Y.Ş. ji bombeyên zindî re keşf daye kirin. Xwediyên wesayîtan û Y.Ş. li Dîlokê hatin binçavkirin.
TÊ TEXMÎNKIRIN KU JI SÛRIYEYÊ HATINE
Piştî dîmenên kamerayên MOBESE yên li herêmê, testên DNA hatin kirin. Li gorî vê yekê; Omer Denîz Dundar û Yûnûs Emre Alagoz, li Dîlokê bi du wesayîtên bi marka Ford Focûs û Cîtroen ji hev cuda hatine Enqereyê. Tê texmînkirin ku bombeyên zindî ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûne.