Ciwanên şoreşger li du deveran çalakiya qutkirina rê li dar xistin
Ciwanên Sosyalîst ên Şoreşger, bi armanca protestokirina komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê li Kadikoy û Ayazaga çalakiya qutkirina rê li dar xistin.

Ciwanên SGD, Dev-Guç, Tevgera Şoreşger û Piştevaniya Xwendekaran bi armanca protestokirina komkujiya Enqereyê li du aliyên Stenbolê çalakiya qutkirina rê li dar xistin.
Çalakiya li aliyê Asya li Kadikoy Rihtim, ya li aliyê Ewropayê li Ayazaga pêk hat.
Ciwanan di çalakiya her du aliyan de pankarta, "Qesr qetil dike. Yekîtiya ciwanan wê Qesrê hilweşîne" vekirin. Ciwanên rê li çûnûhatinê girtin dirûşmên, "Dewleta qatil wê hesab bide", "AKP’a diz, qatil”, “Qatil Erdogan”, "Wê hesabê Enqere bê pirsîn” gotin.
Ciwanên Sosyalîst ên şoreşger her wiha belavokên li ser "Qatilê Amed, Pirsûs, Enqere li Qesrê ye” nivîsandî çêkirin.