Di çalakiya ‘Edalet û ronîkirinê’ de li hember komkujiya Enqereyê bertek

Di çalakiya “edalet û ronîkirinê” ya Parîsê de komkujiya Enqereyê nehat jibîrkirin.

Di çalakiya “edalet û ronîkirinê” ya Parîsê de komkujiya Enqereyê nehat jibîrkirin. Kurdistaniyên ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan, endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin bi daxwaza edalet û ronahiyê derketin kolanan bi dirûşmên “Bimire Dewleta Faşîst a Tirk”, “Qatil Erdogan” meşiyan.

Kurdistanî û endamên SKB’ê yên li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê hatin gel hev, bi flamayên sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dest bi meşê kirin. Di çalakiya ku saet 14.00’an destpê kir çalakvanan ji bo bîranîna komkujiya Enqereyê bandên reş girêdan.

Di meşa ku heta li ber Buroya Enformasyonê dewam kir, dirûşm nesekînin. Li ser rê çalakiya 5 deqeyan a rûniştinê pêk hat. Dema girse gihişt ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan ji bo şehîdan deqeyek rêzgirtin pêk hat.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat axivî. Serhat got: “Ev deng çiqasî zêde derkeve, îradeya xwe çiqasî deynin holê wê pêşiya komkujiyên nû bên girtin.”  Serhat ji bo meşa roja Yekşemê ya saet 15.00’an li Qada Bastîlle banga tevlîbûnê kir. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû. 

...