Di 'lêpirsîna' komkujiyê de 2 kes hatin binçavkirin

2 kesên beriya teqîna li Enqereyê tweeta "Wê bombe li Enqereyê biteqe" nivîsandin, hatin binçavkirin.

2 kesên beriya teqîna li Enqereyê tweeta "Wê bombe li Enqereyê biteqe" nivîsandin, hatin binçavkirin.

Ajansa AKP'ê Anadalû Ajansi îdîa kir ku du kesên mijara gotinê endamê PKK'ê ne.

Tê gotin ku ev her du kes pêwendiya xwe bi tweetên ji hesabê twitterê yê @DrBereday ve heye. Medya hikûmetê îdîa kiribû ku ev hesap têkiliya xwe bi medya sosyal a HDP'ê re heye, HDP'ê jî dabû xuyakirin ku ti têkiliya wan bi hesabê @DrBereday re nîne.

Ji qelemşorên medya AKP'ê Îlhamî Işik, der barê xwediyê vî hesabî de ji Radîkalê re ev daxuyanî dabû: "Di dema bûyerên 6-8'ê Cotmehê de, bi rêya medya sosyal min bi wî kesê bi navê Dinebereday ê wê navnîşanê bi kar tîne re sohbet kir. Weke şexs wî nas nakim, lê belê her kes dizane ku ev kes li Amedê doktoriyê dike. Wî bi xwe ev agahî beriya niha parve kiribû. Di 6-8'ê Cotmehê de li hemberî HDP'ê û Selahattîn Demîrtaş gotinên gelekî tund bi kar anî bû û rexne kiribû. Gotinên Vandalîzm û vahşîzm bi kar anî bû. Ev bi xweşiya min çûbû û min ev gotinên wî di twitterê de parve kiribû.

Ti eleqeya HDP'ê bi vî kesî re nîne. Ji xwe yek li hesabê wî yê twitterê binêre wê vê rastiyê fêm bike. Kesekî ku rexneyên herî tund li HDP'ê dike ye. Ez ji vê nezantiya medya sosyal fêm nakim."