Heyeta Ewropayî li Rojava ye

Heyeta siyasetmedar û akademîsyenên Ewropayê serdana hevserokatiya kantona Cizîrê kir.

Heyeta siyasetmedar û akademîsyenên Ewropayê serdana hevserokatiya kantona Cizîrê kir.

Heyetek siyasetmedar û akademîsyenên Îspanya, Swêd û Brîtanyayê serdana Navenda Hevserokatiya Kantona Cizîrê ya li bajarokê Rimêlan kir.

Heyet ji Rojnamevan Sena Silêman El-Mensûrî, Çalakvan û endama Însiyatîfa jinê ya li bajarê Malmo  ya Swêdê,  endama Meclîsa Gel a Partiya Niştimanî ya Skotlanda Natalî Magrî û Diktor û mamosteyê zanîngehê Joost Gordon û gelek siyasetmedar û kesayetên din, pêk dihat. Her wiha Cîgira Serokê Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Osê jî bi heyetê re bû.

Heyet ji aliyê Hevserokên Kantona Cizîrê Hediya Yûsif û Şêx Himêdî Deham El-Hadî, cîgirên wan Şêxmûs Mûsa û Afram Ishaq û Nadsa El-Yûsif, Şêwirmenên Hevserokatiyê Munsû Munsûr û Nesîm Şemo, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo û Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê endamên heyeta Ewropayê gotin: “Di serdana xwe ya li Rojava de me jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê bala me kişand. We jî li vir gelek gavên di aliyî de avêtine da ku bigihêjin asteke pêşketî.”

Ji aliyê xwe ve Şêx Himêdî Deham El-Hadî axivî û got: “Gelên Sûriye bi hezaran salan bi hev re jiyane. Lê sîstemên desthilatdar û dîktator tevlîhevî di navbera wan de derxistine û xwestine ku civakan ji hev bixin. Tişta ku em niha dikin ew e ku em vê hişmendiya hatiye çandin bi temamî bidin guhertin. Ev yek bi saya ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin e.”

Hevseroka Kantonê Hediya Yûsif jî axivî û ji heyetê re bal kişand ser rêbazên ku ew di vê tecrûbeyê de bikar tînin. Yûsif got ku ev sîstem xwe dispêre Neteweya Demokratîk û jiyana civakî ya hevbeş.

Hediya Yûsif rola jina Kurd jî anî ziman û wiha axivî: “Jin cewherê bingehîn ê avakirin û birêxistinkirina rêveberiya civakê ye. Wekî xelekeke dindayî ku me ew ji nû ve vejand e. Jin li Rojava di hemû aliyên siyasî, civakî û leşkerî de rola rêveber û pêşeng dilîze.”

Di dawiyê de di navbera rayedarên Rêveberiya Xweser û endamên heyetê de gotûbêjên der barê Hevpeymana Civakî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de hatin kirin.