"Derba herî xurt a li AKP'ê bê xistin, tevlîbûneke xurt a li dengdayînê ye'

Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Derveyî Welat got, "AKP naxwaze em biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Derba herî mezin a li wan were xistin, tevlîbûneke xurt a li pêvajoya hilbijartinê û dengdayînê ye."

Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Derveyî Welat, der barê hilbijartinên 1'ê Mijdarê de daxuyaniyek weşand û got, "Divê ti hilbijêr, alîgirê me nebêje 'ez den bi kar bînin jî, bi kar neynim jî dibe'. Dengek gelekî girîng e. Ji xwe AKP dixwaze em neçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar neynin. Derba herî mezin a li wan were xistin, tevlîbûneke xurt a li pêvajoya hilbijartinê û dengdayînê ye."

Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Derveyî Welat daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku berpirsyarê sereke yê komkujiya li Enqereyê, ku li hemberî mrovên demokrat, pêşverû û welatparêz hat kirin, desthilatdariya AKP û Qesr in.

Koordînasyonê ragihandin ku Erdogan û hikûmeta AKP, di her firsendê de êrîşî mûxalîfan, demokrat, şoreşger, sosyalîst û welatparêzan dike û da zanîn, ku bi bikaranîna hemû derfetên dewletê re, desthilatdariya AKP ji bo jihevbelavkirina feraseta têkoşîna hevpar a têkoşînê û yekîtiya li dora HDP'ê pêk hatiye, di nava hewldanan de ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelên me, her tim û carê zanîne bi çi rengî li hemberî dîktatoriya AKP û Erdogan bisekinin û têkoşîna demokratîk/şoreşger bilind kirine. Kevneşopiyeke me ya têkoşînê heye ku li hemberî zext û zilmê serî natewîne, bi serbilindî disekine û li hemberî faşîzm û dîktatoriyê têdikoş e. Ev kevneşopî îro jî dewam dike.

Hevrêyên me yên li Enqereyê şehîd ketin, mînakên herî bijarte yên rastiya gelê bexwedêr e. Şehîdên me yên aştî û demokrasiyê di heman demê de fermanê didin me ku li dijî çeteyên faşîst, li hemberî dîktatoriya AKP û Qesrê em hîn bêhtir têbikoş in, xebatên demokratîk/şoreşger di nava her şert û mercan de mezin bikin, bi ser bikevin û wezîfeyên xwe yên demokratîk ên li pêşberî gelên xwe bi cih bînin."

Koordînasyonê destnîşan kir ku qelskirin û têkbirina desthilatdariya AKP'ê, bi kêmkirina bandora wê ya siyasî û civakî ve dibe û got, "Li ser vê bingehê em bang li tevahiya hilbijêrên xwe yên li Ewropayê û hemû beşên civakê dikin, ku ji bo hesabpirsîna ji AKP'ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin."

Koordînasyonê da zanîn ku yek ji sedemên bingehîn ên komkujiya li Enqereyê, pêşîgirtina li vîna demokratîk a gelan e û got, "Li hemberî vê yekê divê em bi biryardar biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Divê em tola xwe ya ji AKP û Erdogan di sindoqê de werbigirin, hêrs û enerjiya xwe veguherînin dengan û destekek xurt derxînin holê. Her dengek wê serberjêriya dîktator bilezîne. Her dengê ji HDP'ê re bê dayîn wê derbek li faşîzm û dîktatoriyê ketibe. Girîng e hilbijêr û alîgirên me meydanê ji AKP'iyiyan re nehêlin, bi fedekariyeke mezin bixebitin, bi şev û roj ji bo hilbijartinê seferber bibin. Heta 25'ê Hezîranê pêwîste hemû hilbijêrên me derfetên xwe ji bo hilbijartinê seferber bikin û derdora xwe jî bixin nava tevgerê."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin; "Li ser bingeha vê bangê em bang li her kesî dikin ku ji bo HDP'ê bixebitin, li dora HDP'ê bicivin û bi gotina 'Dîsa dîsa demokrasî, azadî, edalet û HDP', helwesta xwe nîşan bidin, deng bi kar bînin, xwedî li pêşeroja xwe derkevin û hesap ji faşîzmê bipirsin.