SAMER: HDP rêjeya dengê xwe diparêze, hilbijêr şer naxwaze
SAMER'ê lêkolîna xwe ya nû ya li ser hilbijartinên giştî û rojevê weşand. Li gorî lêkolînê; HDP rêjeya dengê xwe diparêze û piraniya hilbijêr jî şer naxwazin, alîgirê diyalogê ne.
SAMER'ê lêkolîna xwe ya nû ya li ser hilbijartinên giştî û rojevê weşand. Li gorî lêkolînê; HDP rêjeya dengê xwe diparêze û piraniya hilbijêr jî şer naxwazin, alîgirê diyalogê ne.
SAMER'ê lêkolîna xwe ya nû ya li ser hilbijartinên giştî û rojevê weşand. Li gorî lêkolînê; HDP rêjeya dengê xwe diparêze û piraniya hilbijêr jî şer naxwazin, alîgirê diyalogê ne. Her wiha piraniya hilbijêran, ji destpêkirina şer û pevçûnan AKP û Erdogan berpirsyar dibînin. Ji sedî 75 ê beşdarên anketê, ji rêveçûna Tirkiyeyê bi fikar in.
Navenda Lêkolîna Civakî û Siyasî (SAMER), der barê hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê û meyla hilbijêran de, lêkolînek kir.
Lêkolîn beriya Komkujiya Enqereyê di navbera 5-9'ê Cotmehê de li 24 bajarên li 7 herêman, li 4144'an malan re rû bi rû hat kirin. Hat ragihandin ku lêkolîn bi çavkaniya SAMER bi xwe hatiye fînansekirin.
HDP RÊJEYA DENGÊ XWE DIPARÊZE
Li gorî lêkolînê, %39,3 ji bo AKP'ê, %25,5 ji bo CHP'ê, %14,6 ji bo MHP'ê, %13,2 jî gotin ku wê dengê xwe bidin HDP'ê. Her wiha %2,3 ê hilbijêran anîn ziman ku ew ê dengê xwe bidin partiyên din. Di hilbijartinê de ji sedî 5,1 ê hilbijêran jî bêbiryar derketin. Dema ev hilbijêrên bêbiryar li nava partiyan were belavkirin rêjeya dengê AKP'ê dibe %41,4, CHP %26,9, MHP %15,4, HDP %13,9 û partiyên din %2,4.
Li gorî lêkolînê ji sedî 59 ê beşdarên gotin ku ew Kurd in, wê dengê xwe bidin HDP'ê.
HILBIJÊR: PIRSGIRÊKA GIRÎNG, ŞER E
Ji sedî 35,7 ê beşdaran, rewşa şer û pevçûnan weke pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê bi nav kirin. Ji sedî 16,6 bêkarî, ji sedî 14,9 pirsgirêka Kurd, ji sedî 8,5 jî rêveçûna nebaş a aboriyê weke pirsgirêka sereke dîtin. Her wiha ji sedî 64,2 ê beşdaran diyar kirin ku ji nû ve rûdana şer, rojeva herî girîng a Tirkiyeyê ye.
CIVAK ALÎGIRÊ DIYALOGÊ YE
Ji bo pirsa 'hûn dixwazin pêvajoya çareseriyê dewam bike yan na?' ji sedî 58,7 gotin 'erê'. Di nava van de ji sedî 88,3 ê hilbijêrên HDP'ê, ji sedî 61,6 ê hilbijêrên AKP'ê, ji sedî 56 ê hilbijêrên CHP'ê û ji sedî 31,4 ê hilbijêrên MHP'ê diyar kirin ku ew alîgirê dewamkirina pêvajoya çareseriyê ne.
PIRANIYA HILBIJÊRAN JI ŞER Û PEVÇÛNAN AKP Û ERDOGAN BERPIRSYAR DIBÎNIN
Der barê sedema destpêkirina şer û pevçûnan de, ji sedî 21,1 ê beşdaran AKP a ji desthilatdariyê ketiye, ji sedî 11,5 neavakirina hikûmetê, ji sedî 11,1 daxwaza Serokkomar Erdogan a ji bo serokatiyê, ji sedî 9,8 PKK'ê, jis edî 7,8 HDP'ê destnîşan dikin.
Ji bo pirsa 'Berpirsyarê şer kî ye?', ji sedî 25,5 Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ji sedî 16,5 HDP, ji sedî 12,3, AKP, ji sedî 10,4 PKK û ji sedî 5,1 jî polîtîkayên hikûmetê berpirsyar dibînin.
Her wiha ji sedî 75,3 ê beşdaran, dan xuyakirin ku ew ji rêveçûna Tirkiyeyê bi fikar in.