@DrBereday ê di Twitterê de endamê MÎT'ê Erhan Ozel e - HAT NÛKIRIN
2 kesên beriya komkujiya li Enqereyê ku 97 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi rêya hesabê xwe yê Twitterê aşkera kirin ku wê komkujî pêk were, hatin binçavkirin.
2 kesên beriya komkujiya li Enqereyê ku 97 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi rêya hesabê xwe yê Twitterê aşkera kirin ku wê komkujî pêk were, hatin binçavkirin.
2 kesên beriya komkujiya li Enqereyê ku 97 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi rêya hesabê xwe yê Twitterê aşkera kirin ku wê komkujî pêk were, hatin binçavkirin.
Beriya êrîşê, ji twitterê îdîaya "bombe wê li Enqereyê biteqe!.." parve kiribûn.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, der barê 3 hesabên Twitterê yên ku hat tespîtkirin beriya êrîşên bombeyî yên li Enqereyê mesajên bi guman parve kirin de, serî li Serokatiya Ragihandin û Telekomunîkasyonê da. û xwest ev kes bên tespîtkirin.
TWITTERÊ NAVNÎŞANÊN 3 IP DA TIRKIYEYÊ
Serokatiya Ragihandin û Telekomunîkasyonê bi rayedarên Twitterê re têkilî danî û di çarçoveya her 3 hesabên Twitterê de agahî xwest. Piştî danûstandinên 3 rojan Twitterê, agahiyên adresa IP ên beriya teqîna li Enqereyê peyam li ser weşandibûn, da Tirkiyeyê.
Ev hesabê Twitterê yê ku ji sala 2012'an û vir ve aktîf e, piştî pêkhatina êrîşê hat girtin.
ANF'ê xwe gihand agahiyên nasnameya kesê ku bi hesabê "@DrBereday" mesaj weşand.
Tespît bû ku xwediyê hesabên @DrDineberedayi @Dineberedayi, ji MÎT'ê re dixebite.
Nasnameya rast a vî şexsî jî ev e:
Erhan Özel...
Nûmaraya Nasnameyê: KN: 13610008908
Li Amedê doktorî kiriye
Trolên AKP'ê yên di medya civakî de, hewl didin rastiyan berevajî bikin û HDP'ê reş bikin. Lê belê dema têkiliyên wî yên rastî tê lêkolînkirin, tê dîtin ku Ozel têkiliya xwe bi MÎT'ê re heye.
Her wiha ev kesê han, têkiliya xwe bi endamekî din ê MÎT'ê Îlhamî Işik ê navê Balikçi li xwe kiriye heye, ku ev kes jî nêzî AKP'ê ye.
Ji xwe Îlhamî Işik jî vê qebûl dike.
M. Serhat Polatsoy ê ji Pirsûsê, ku weke @DrDinebereday hat servîskirin, bi zanebûn; ji bo têkiliya bûyerê bi HDP'ê re deyne, hatiye servîskirin. Ji ber ku Polatsoy beriya niha di doza PKK'ê de li girtîgehê hatibû ragirtin û hînê endamekî HDP'ê ye.