Xebatkarên çapemeniya azad: Em sûcê ramanê red dikin

Xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê û nûçegihanê DÎHA'yê Hayrî Demîr ên bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kirine" der barê wan de lêpirsîn hate vekirin li dozgeriyê îfade dan.

Xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê û nûçegihanê DÎHA'yê Hayrî Demîr ên  bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kirine" der barê wan de lêpirsîn hate vekirin li dozgeriyê îfade dan. Dozger pirsên wekî hevpeyvînên YPJ'ê yên hemû cîhan dipesinîne, nûçeyên xwerêveberiyan û nivîsên li ser îşkenceya li dijî bedena gerîla hate kirin pirsîn û Hevgerînendeya Giştî ya Ozgur Gundemê Eren Keskîn nirxandina "Ez sûceke wekî sûcê fikr qebûl nakim" kir.

Hevgerînendeyên Giştî yên Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Huseyîn Aykol, Midûra Karên Nivîsan Reyhan Çapan jî di nav de 26 rojnamegerên ku der barê wan de Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdîaya "propogandaya rêxistinê kirine" lêpîrsîn da destpêkirin ji bo ku îfade bidin serê sibehê hatin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Li vir ewil Huseyîn Aykol û Eren Keskîn piştre jî nivîskarên rojnameyê îfade dan.

LI CÎHANÊ PESN LI TIRKIYEYÊ LÊPIRSÎN

Dosyaya ku nûçegihanê DÎHA'yê Hayrî Demîr û edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Ersîn Çaksu li Rojava bi sernavê "Şoreşa Rojava bi keda jinê hate afirandin" hatibû amadekirin balkêş e wekî sûc hate nirxandin. Di nûçeya ku rola jinê ya şoreşê tê vegotin de nêrîna ji şervana YPJ'ê hatiye wergirtin wekî "propagandaya rêxistinê" hate nirxandin. Bi vê nirxandinê ve YPJ a li gel ku di lîsteya "terorê" de cih nagire jî ji aliyê dozgeriyê ve wekî "rêxistina terorê" hate binavkirin ev jî nîşan dide ku lêpirsîn çiqas bêcidiyet hatiye vekirin.

Nivîsên têkildarî berxwedana xwerêveberiyan ên li Cizîr û Nisêbînê, daxuyaniyên têkildarî mijdarê de hatin dayîn û nêrînên ji gel hatin girtin jî bûn mijdara lêpirsînê. Nivîsa ji nivîskarên rojnameyê Metîn Yegîn a ku bûye mijdar lêpirsînê jî nivîsa têkildarî cenazeyê Gerîlaya YJA Star Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ku li Gimgimê jiyana xwe ji dest da û ji aliyê polîs û leşkeran ve cenazeyê wê tazî kirin û teşhîr kirin bû.

AYKOL: TI KARÊ ME BI RÊXISTINEKE ÎLEGAL RE ÇÊNABE

Hevgerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol di çarçoveya lêpirsînê de îfade dan û wiha got: "Ti karê me bi rêxistineke îlegal re çênabe. Rojnameya Cumhuriyetê çawa bi CHP'ê re rast hevtînin me jî bi HDP'ê re rast hevtînin. Di naveroka rojnameyê û nivîsan de ti propagandaya rêxistinê nehatiye kirin û ez vê yekê jî qebûl nakim."

KESKÎN: SÛCEKÎ WEKE SÛCÊ RAMANÊ QEBÛL NAKIM

Hevgerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn jî wiha îfade dan: "Ev rojname li ser vê erdnîgariyê herî zêde rastî zextan hat, nivîskarên wê zarok û belavkarên wê hatin qetilkirin e. Ji ber ku di vê rojnameyê de Hevgerînendena Giştî cih girtin wekî deynekî wijdanî dibînim. Ez sûcekî weke sûcê raman qebûl nakim. Madeya 10'emîn a PMME'ê nerihetiyê jî bide hemû raman bi azad divê bên parastin. Tirkiyeyê ev peyman qebûl kiriye. Ji ber vê yekê ez sûcdariyan qebûl nakim."

Piştî karên îfadeyan rojnameger ji Edliyeya Stenbolê derketin.