Serokê Baroya Amedê Elçî nerazîbûn nîşanî biryara beraatê ya doza ji ber qetilkirina 21 kesan da û got, "AKP'ê tîma Torosên Spî mafdar nîşan da". Prz. Elçî diyar kir ku biryar di çarçoveya konsepta dema nû ya desthilatdariyê de hatiye dayîn.
Di doza qetilkirina 21'an a salên 1990'î li navçeya Şirnex Cizîrê de, tevî Fermandarê Koma JÎTEM'ê Serheng Cemal Temîzoz û Sercerdevan Kamîl Atak 8 bersûc, tevî delîl û vegotinên şahidan jî, beraat kirin.
Serokê baroya Amedê Tahîr Elçî ev biryar ji ANF'ê re nirxand...
Prz. Elçî da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê durust nîne û got, "Dema hat ser desthilatdariyê, demeke dirêj ji bo biryarên dadgeriyê digot, 'dadgerî dike, ez nikarim tiştekî bikim, heman tiştî li min jî dike' û ji berpirsyariyê direviya. Dûre, dema li ser kuştinên kiryar nediyar, windahiyên di bin çavan de hin hewldanên bi niyeta baş hatin kirin, ev yek kir malê xwe. Got, 'Em bi ser Ergeneko, JÎTEM'ê çûn'. Hewl da qezenceke siyasî jê bi dest bixe. Lê belê ev salek du sal in ji bo girtina van dozan ket nava hewldanên awarte. Nêzîkatiyeke ne durust nîşan da. Bi vê dozê re careke din nîşan da ku ne durust e."
'SEMBOLA TOROSÊN SPÎ EV EKÎP BÛ'
Prz. Elçî bal kişand ser sûcên Temîzoz û yên din û ev nirxandin kir:
"Doz li ser 21 cînayetên di salên 90'î de li Cizîrê ji aliyê rêxistinbûyîneke fermî ya di nava jendermeyên dewletê de hatin kirin, bû. Di wê demê de tîma herî kujer û înfazê ev bû. Tîmeke înfazê ya ku ji aliyê serhengê jendermeyan ve dihat rêvebirin, di nav de çawişên pispor, îtirafkar û cerdevan hebûn.
Demeke kurt beriya niha Birêz Serokwezîr bal kişandibû ser 'Torosê Spî'. Sembola torosên spî ev ekîp bû. Torosên Spî herî zêde bi vê ekîbê re dihat bilêvkirin û bîranîn. Vê ekîbê, mirov li pêş hevser û zarokên xwe li hewşê qetil dikir. Der barê vê de gelek mînakên mezin di destê me de hene."
'DESTHILATDARIYÊ BI KUJERAN RE LI HEV KIR'
Parêzer Elçî ragihand ku lêpirsîn 15-20 salan bêxwedî hat hiştin û di vê demê de delîl ji holê hatin rakirin û anî ziman ku li dadgeha ku di encama têkoşînekê de hat vekirin, malbatên mexdûran cara yekê bi kujeran re li rû hev hatin. Elçî da xuyakirin ku yekemcar li dadgehê heqîqet hatine bilêvkirin û got, "Lê mixabin desthilatdariya siyasî, meseleya li rû hev hatina paşerojê de ji holê rakir. Bi hezaran rewşên giran ên binpêkirinên mafên mirovan hebûn, lê belê bi tenê 10-12 doz hatin vekirin. Di dema AK'Pê de doza komkujiya Liceyê rakirin Îzmîrê, doza Temîzoz rakirin Eskîşehîr, doza Bingehîn a JÎTEM'ê rakirin Enqereyê. Yanî desthilatdariya siyasî hewl da vê mijarê bigire."
'AKP'Ê TÎMA TOROSÊN SPÎ MAFDAR NÎŞAN DA'
Prz. Elçî rexne li AKP'ê girt û got, "Xuya ye, desthilatdariya ku digot, 'eger hûn me bi tena serê xwe nekin desthilatdar wê Torosên Spî werin', weke karê xwe yê destpêkê 'tîma Torosên Spî' mafdar nîşan da. Bila ti kes ranebe nebêje ku biryara vê dozê li gorî pîvanên darizandina ceza û nirxandina dadgehê hatiye dayîn. Biryarek di çarçoveya konsepta nû ya desthilatdariyê û dewletê de hatiye dayîn. Tercîheke polîtîk e. Divê her kes bi vî rengî fêm bike."
'TÊKOŞÎNA ME YA JI BO EDALETÊ WÊ BIDOME'
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî da xuyakirin ku têkoşîna edaletê ya malbatan û wan wê bidome û got, "Em ê bibin temyîzê, em ê serî Dadgeha Bilind, Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin."