Polîsan bi şev avêtin ser avahiyên HDP û DBP'ê yên li Serêkaniyê

Li navçeya Riha Serêkaniyê, polîsên tevgera taybet tevî dozger, nîvê şevê bi îdîaya 'çek lê heye' avêtin ser avahiyên HDP û DBP'ê yên navçeyê.

Li navçeya Riha Serêkaniyê, ku ji ber serdegirtinên qirkirina siyasî bi sedan welatî hatine binçavkirin û bi dehan kes hatine girtin, polîsên tevgera taybet nîvê şevê tevî polîsan avêtin ser avahiyên HDP û DBP'ê yên navçeyê. Di dema serdegirtinê de polîsan li odeyên Hevserokên HDP û DBP'ê lêgerîn kirin, dest danîn ser gelek afîş, poster û alên li dîwêr daliqandî û yên mayî jî avêtin erdê. Hard dîskên kompûteran hatin jê kirin û deriyên girtî jî hatin şikandin.

Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Mehmet Alî Aslan da xuyakirin ku piştî şaredarî ket destê AKP'ê zext, binçavkirin û girtinên li navçeyê zêde bûne û diyar kir ku bi îdîaya 'çek lê heye' avêtine ser avahiya wan a partiyê. Aslan nerazîbûn nîşanî serdegirtinê da û anî ziman ku li avahiyê tiştek nehatiye dîtin. Aslan got, "Li Serêkaniyê hema hema her roj polîs diavêjin ser malan û mirovan dikin binçavan. Di vê kêliyê de jî navenda sûkê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin."