Berpirsyarê YNK’ê yê Şengalê Xidir: Divê bawerî bi çapemeniya PDK’ê neyê
Berpirsyarê YNK’ê yê Şengalê Xidir Rûdaw derewand û got: “Ti daxuyaniyeke min a têkildarî HPG li Şengalê nayê xwestin çênabûye.” Xidir xwest bawerî bi çapemeniya PDK’ê neyê.
Berpirsyarê YNK’ê yê Şengalê Xidir Rûdaw derewand û got: “Ti daxuyaniyeke min a têkildarî HPG li Şengalê nayê xwestin çênabûye.” Xidir xwest bawerî bi çapemeniya PDK’ê neyê.
Berpirsyarê YNK’ê yê Şengalê Xidir Rûdaw derewand û got: “Ti daxuyaniyeke min a têkildarî HPG li Şengalê nayê xwestin çênabûye.” Xidir xwest bawerî bi çapemeniya PDK’ê neyê.
Berpirsyarê YNK’ê yê Şengalê Cemîl Xidir ragihand ku têkildarî HPG’ê ti daxuyaniyeke wî ya neyêî nîne û çapemeniya PDK’ê bêbextiyan dike.
Xidir, der barê daxuyaniya ku tê îdîakirin gotiye: "Gerîlayên HPG’ê ji azadkirina Şengalê re dibin asteng; divê ji Şengalê derkevin” red kir û got:
"Ti carî daxuyanî û nirxandineke min a di vê mijarê de çênebûye. Çapemeniya PDK’ê nûçeyên asparagas çêdike, hewl dide gerîlayên HPG’ê yên li Şengalê qehremantiyeke mezin nîşan didin reş bike.”
'HPG JI ROJA DESTPÊKÊ VE BI LEHENGÎ ŞER DIKE'
Xidir bal kişand ku PDK hêza xwe ya medyayê bikar tîne û li Şengalê hêzên din ên Kurd manîpule dike û tevlîheviyê ava dike. Xidir ev gotin: “Çapemeniya PDK’ê bê ku ez ti daxuyaniyan bidim, li ser navê min hin nûçeyan dide. Dibêjin min gotiye, ‘YNK, HPG’ê li Şengalê naxwaze’, civakê ne rast agahdar dikin. Di vê mijarê de helwesta YNK’ê zelal e. YNK’e bi ti awayî pirsgirêkên xwe di vê mijarê de tineye, dixwaze PKK li Şengalê bimîne. Naxwaze ti nakokî di nav hêzên herêmê de derkeve. HPG’e jî hêzêk Kurdistanî ye û ji roja destpêkê dema Şengal ji aliyê DAIŞ’ê hat dagirkirin li hember DAIŞ’ê bi lehengî şer dike. Ji bilî zêdekirina nakokiyan, divê em fermandariyek hevpar ava bikin û Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin.”
'HPG’E JI BO GELÊ KURDISTANÊ TÊDIKOŞE; BILA KES BI ÇAPEMENIYA PDK’Ê BAWER NEKE'
Xidir di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser hebûna gerîlayên HPG’ê yên li Şengalê û wiha axivî: “PKK’e ji bo Şengalê rizgar bike, ketiye nav hewldanên pir cidî. Di rojên bihurî de bi operasyonên serketî yên Geliyê Şîlo jî ev nîşan da. HPG di xeta fedayî de ji bo gelê Kurdistanê têdikoşe. Ji ber vê jî bila kes baweriya xwe bi nûçeyên çapemeniya PDK’ê nîne. Ew, sekna wan a Şengalê nîşan dide. Hêzên li vir ên Kurdistanî, bê ka sekna wan çawa ye, gelê me vê baş dizane.”
Televîzyona Rûdaw van rojên bihurî di nûçeyeke der barê Xidir de îdîa kiribû ku YNK gerîlayên HPG’ê li Şengalê naxwaze.