Polîsan êrîşî protestoya YOK’ê kirin

Li Stenbolê polîsan êrîş birin ser xwendekarên ku salvegera damezrandina YOK’ê protesto dikirin. Polîsan xwendekarên xwestin ji Kampusa Zanîngeha Stenbolê ber bi deriyê zanîngehê ve biçin dorpêç kirin, bi dehan ciwan bi lêdanê binçavkirin.

Li Stenbolê polîsan êrîş birin ser xwendekarên ku salvegera damezrandina YOK’ê protesto dikirin. Polîsan xwendekarên xwestin ji Kampusa Zanîngeha Stenbolê ber bi deriyê zanîngehê ve biçin dorpêç kirin, bi dehan ciwan bi lêdanê binçavkirin. Polîsan rojnamevan asteng kirin, nûçegihana Bîanet ji pişt ve kelepçe kirin û hewl dan binçav bikin.

EGER ARMANC NE PANKART ÊRÎŞ BE…

Polîsan xwendekarên ji bo salvegera damezrandina YOK’ê protesto bikin, xwestin ji Kampusa Zanîngeha Stenbolê ber bi deriyê zanîngehê ve biçin dorpêç kirin û êrîşî xwendekaran kirin. Polîsan bi dehan ciwan bi lêdanê binçavkirin. Li Fakulteya Edebiyatê ya TOMA û polîs hatin bicihkirin, derdora xwendekarên pankartên “Wê ciwan bêzar nebin, wê qesr û YOK jî bê hilweşandin” dowîzên “Wê YOK rabe, wê polîs biçin û zanîngeh azad bibin”, “Dewleta qatil” hilgirtin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Polîsan ji xwendekaran re anons kirin ku eger pankart û dowîzan nedeynin wê mudaxele bikin. Li ser vê yekê xwendekaran ku pankart û dowîz danîn jî polîsan car din êrîş kirin. Xwendekarên ku ji bo xwe ji êrîşê biparêzin xwe dan ber hev vê carê rastî gaza îsotan û guleyên plastîk hatin. Polîsan xwendekar derb kirin, li erdê kaş kirin û binçav kirin. Di êrîşa polîsan de ji ber gaza îsotan a polîsan ciwanek ket erdê, ji ser hişê xwe çû û epîlepsî derbas kir.

NÛÇEGIHANA BÎANET JI PAŞ VE HAT KELEPÇEKIRIN

Polîsan di otobusa ku xwendekar lê siwar kirin jî gaz avêtin xwendekaran. Xwendekarê ku ji gazê bandor bûn, li camên otobusê dan û agahî dan rojnamevanên ji aliyê polîsên sivîl ve hatin astengkirin. Polîsan nûçegihana Bîanet Beyza Kural ji paş ve kelepçe kirin û hewl dan wê binçav bikin. Li ser mudaxeleya hempîşeyên wê yên din Kural hat berdan, lê polîsan heta demekê dest danîn ser karta rojnamevantiyê ya Kural.

LI SER EQSA BINÇAVKIRIN Û ZEXTAN DAXUYANÎ

Tevî binçavkirin û zextan jî xwendekaran li deriyê mezin ê kampusê yê Zanîngeha Stenbolê, YOK protesto kirin. Xwendekarên di bin dorpêça polîsan de protestoya xwe domandin, li hemberî her cure êrîşan mil dan hev. Pankarta, “Wê ciwan serî netewînîn, YOK’ê hilweşînin” vekirin û di dorpêça polîsan de dirûşmên, “Binçavkirin, girtin, zext wê serê me netewîne”, “Kurdistan goristan ji bo faşîstan”, “Polîsê kujer wê hesab bide” hatin gotin. Li ser navê Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê daxuyanî ji aliyê Sera Ozcanli hat xwendin. Ozcanli wiha dest bi axaftinên xwe kir: “Ciwan ku dînamîka muxalefeta civakê ye, bi polîtîkayên zext û pelçiqandinê di tevahî dîrokî de bûye hedefa esasî ya desthilatiyan.” Ozcanli diyar kir ku derbeya 12’ê Îlonê 1980’an ku welat xist nav tarîtiya faşîzmê, di vê çarçoveyê de li zanîngehan YOK jî ava kiriye.

WÊ CIWAN SERÎ NETEWÎNIN, QESRÊ HILWEŞÎNIN

Ozcanli wiha axivî: “Em ê zanîngehên xwe teslîmî rejîme Qesrê û YOK’a wê, rektorên wê, polîsên wê û çeteyên wê nekin. Ji bo daxwaza zanngehên xweser û perwerdeya bi zimanê zikmakî, wekhev, zanistî, bê pere, li hember vê dorpêça paşverû-faşîst, em ê bi akademîsyenan, karkeran re berxwedana xwe bidomînin. Wê ciwan serî netewînin, Qesrê hilweşînin.”